Kongreya damezrandinê ya Kurd-AKAD UK (Meliktiya Yekbûyî) doh li paytexta Ingilistanê Londonê bi beşdariya gelek akademîsyen û mezûnên akademiyan bi rê ve çû. Hola kongreyê ya li Zanîngeha SOAS´ê mişt bû. Tevî mêvan û endamên Kurd-AKAD UK´yê 197 kes ji bo kongreyê amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir û ev wêne jî ji wê kêliyê ye. Kongreyê gava nûçeya me dihat amadekirin dewam dikir. Li ser navê Kurd-AKAD Elmanyayê jî nivîskara me û seroka Kurd-AKAD´ê Dersim Dagdeviren di kongreyê de peyivî.
LONDON