Beriya bi mehekê li Başûrê Kurdistanê kitêbek derçû bi edîtorî û amadekariya Sena Hesen û Dilşad Hîwa û wê destnivîsên bi Soranî yên 1812´an nivîsandî derxistibûn holê. Destnivîsên pexşana Kurdî bi giştî 1400 rûpelên Soranî û Hewramî ne û çapkirina wan wê di nava 2 salan de biqede.

Li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê 14 berg destnivîsên pexşana Kurdiya Soranî yên kevin hatin dîtin ku sala 1812´an li paytexta Misrê Qahîreyê hatine nivîsandin. Ji bilî van, 12 berg destnivîsên bi Hewramî nivîsandî jî hene ku ev metnên destpêkê yên peşxşana bi vî zimanî ne ku tên zanîn. Ji beşek ji wan destnivîsên bi Soranî, kitêbek ji aliyê du mamosteyên zanîngeha Selahedînê ve hatin çapkirin. Ev mamoste jî Dilşad Hîwa û Sena Hesen in. Ew dibêjin, destnîvîsênên di arşîvên Fransayê de hatine dîtin dîroka pexşana Kurdî diguherin.

Mamoste Dilşad Hîwa û Sena Hesen hevjîn in û li zanîngeha Selahedînê kar dikin. Dilşad Hîwa ku mamosteyê ziman û wêjeya Farisî ye, ji Rûdawê re beriya çendekê gotibû, “Ew destnivîs li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê (BNF) destpêka sala 2019´an hatine dîtin. Ji nêzikî 14 hezar rûpelan û ji 26 bergan pêk dihatin. 14 berg jê Soranî ne û 12 bergên din bi Goraniya şêwazê Hewramî ye. Ew ên ku bi Soranî hatine nivîsandin, zêdetir bi şêwazarê Hewlêrê ne, lêbelê me nav lê kiriye zimanê yekgirtî yê Kurdî, ji ber ku peyvên Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kelhorî û hemû şêwazarên Kurdî tê de ne. Zimanekî gelek xwerû ye.”

Konsol daye wergerandin

Dilşad Hîwa amaje bi wê kir ku hemû destnivîsên hatine dîtin çîrok in û hatine wergerandin. Yanî ew çîrokên welatên Rojhilata Navîn in yên weke, çîrokên Hezar û Yek Şevê û Leyla û Mecnûn. Di wan 26 bergan de tenê 5 berg hatine çapkirin ku beşa Soranî ye, ji aliyê Akademiya Kurdistanê ve 500 heb jê hatine çapkirin.

Li gorî lêkolînên Dilşad Hîwa û hevjîna wî Sena Hesen, ew destnivîs destpêka sala 1806´an ji aliyê rojhilatnasê Fransî Jean-Louis Asselin de Cherville ve li Qahîreyê hatine komkirin û paşê, bi rêya wî rojhilatnasî ku konsolosê Fransa li Qahîreyê bû, bi çend wergerekî Kurd hatine dayîn, her li Qahîrê sala 1812´an wergera wan bo Kurdî temam bûye.

Wergêr ne diyar in

Ev karê hanê yê wergerê ku bi 26 bergên destnivîsê bi encam dibe, li Qahîreyê diçe serî. Lê kesên ku wergera ber bi Soranî û Hewramî ve kirine, ne diyar in. Li aliyê din di Soraniyê de li gorî îro bêhtir peyvên Kurmanciyê hene çawa ku em ji şiira Nalî û hevçerxên wî jî dizanin, berê zimanê “standart” ê mîrnişîna Baban jixwe bêhtir bi Kurmanciyê re têkel bûye. Mirov dikare weke sedem jî çûnûhatina feqe û melayan, xwendekarên ji Baban diçûn deverên din ên Kurdistanê û ji wan deveran diçûn Babanê nîşan bide.

Herçî wergê rin, Dilşad Hîwa ji bo wan dibêje, “Ew ên ku wergera wan kirine, navê ti kesî ji wan diyar nîne. Lêbelê zanîngeha Ezherê hebûneye, û gelek mela û feqe diçûn Ezherê, wan dixwest li wir bixwînin. Dibe ku ew xwendekar bin. Lê me nekarî em bi ser nav û nîşanên wan ve bibin bi esehî.”

Di du salan de hemû wê bên çapkirin

Dilşad Hîwa dibêje, karê zehmet jî “xwendina xetan bûye” û herwiha diyar dike, “Bi komî wan kar li ser xetan kiriye. 6 ta 8 kesan ev karê hanê kir. Lê ya ku karê sereke kir, Sena Hesen bû, biryara dawîn a ji bo her tîp, peyv û risteyê wê dida ku pispora destnivîsên kevn e.”

Niha 21 berg mane bo ku bên saxkirin, lêbelê Dilşad Hîwa dibêje, “Ne destpêk diyar e, ne jî dawî, gelek têkel in, lê em dizanin salên 1806-1822 hatine wergerandin. Li gorî plansaziya me, em ê di du salan de hemûyan çap bikin.”