Festîvala ku ji aliyê saziya Alman a bi navê Forum Der Kultur ve her sal tê organîze kirin, di navbera 16-21'ê Tirmehê de li qada Markt platz ê pêk hat.
Di festîvala îsal de 50 komele û saziyên biyanî beşdar bûn her roj ji aliyê deh hezaran kesî ve hate ziyaret kirin. Tevî vekirina dezgehên xwarinê yên neteweyên cuda gelek komên muzîkê jî beşdar bûn û derketin ser dikê.
Kurdên li bajarê Stuttgartê dijîn jî li ser navê Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamyayê sê roja bi standa xwarin û vexwarinê beşdarî festîvalê bûn. Xwarinên Kurdî yên di festîvalê de hatin belavkirin rastî eleqeyeke mezin hatin.
Di roja dawî ya festîvalê de koma zarokan a gerêdayî Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê derket li ser dikê û helbestên Kurdî pêşkêş kirin. Festîval bi derketinan komên muzîk û folklorê li ser dikê hetanî derengiya şevê berdewam kir.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART