Her çendî Serokomariya Iraqê bûye para Kurdan jî, lê heta niha hizbên Kurd di nava xwe de li ser kursiya serokkomariyê li hev nekirine. Hizbên Kurd bi 8 namzetan daxwaza serokomariya Iraqê dikin.
Li gorî destûra Iraqê divê mehekê piştî rûniştina yekem a parlamena Iraqê kesek ji bo serokomariya Iraqê bê diyarkirin û li parlamenê bê hilbijartin. 3’ê Cotmehê dema dawî ya diyarkirina namzetê serokkomariyê ye. Heta niha pêşbaziya di nava Kurdan de li ser kursiya serokkomariyê bi dawî nebûye.
Piştî rejîma rûxayî ya Baes, di 2005’an de Kurdan serokkomariya Iraqê girt. Mam Celal du deman serokomartiya Iraqê kir. Piştre her ji lîsteya YNK’ê Dr. Fûad Mahsûm bû serokomar. Belê niha aliyên din jî daxwaza vê kursiyê dikin. Alî dibêjin, ‘serbixwe ne’ ku namzetê xwe nîşan bidin.
Niha ji bo serokomariyê Berhem Salih, Letîf Reşîd, Fûad Hisên, Serdar Ebdullah, Selîm Şuşkeyî, Sîrwe Ebdulwehîd, Omer Berzencî û Kemal Qeytûlî namzetên serokkomariyê ne. Ji bo yek ji van bi ser keve pêwîstiya wan bi dengên ji sêyan 2´yên parlamenteran heye.
Weke çavdêrên siyasî diyar dikin, di nava namzetên heyî de îhtîmala Berhem Salih ji hemûyan bihêztir e.
Letîf Reşîd ê YNK’yî jî namzet e
Ji derveyî namzetiya Berhem Salih li ser lîsteya YNK’ê, Letîf Reşîd jî ku YNK’yî ye namzet e. Belê YNK qala wî nake. Piştgiriya wî nake û tenê namzetê wan ê fermî Berhem Salih e.
Fûad Hisên jî niha namzetê PDK’ê ye. Ji bo girtina piştgiriyê bi şandekê ve serdana Bexda û Necefê kir. Belê heta niha eşkere nebûye ka wê kî bi ser keve. Di hemû îhtimalan de mirov dikare bibêje, diyarkirina namzetekî di rewşa niha de zehmet e.
Daxwaza yekhelwêstiyê li Kurdan
Ew namzetên din ên xwe diyar kirine weke parlamentere Komeleya Îslamî, Selîm Şuşkeyî, parlamenterê pêştir ê Gorranê li Iraqê, Serdar Ebdullah, parlamentera pêştir a Gorran Sîrwa Ebdulwehîd ku yekane namzeta jin e.
Hebûna ev çend namzetan, piştgiriya aliyên Iraqê ji bo namzetê Kurd zehmet kiriye. Şevê din nûnerê Eniya Sedr, Ehmed Sedr di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ew ji hizbên Kurd daxwaza yekhelwêstiyê dikin da ku namzetekî ji bo serokkomariyê diyar bikin.
Heta 3’ê Cotmehê
Diviyabû îro parlamena Iraqê biciviya û serokkomar hilbijarta lê belê di bernameya fermî de hilbijartina serokomariyê tineye. Ji bo wê, ne diyar e wê zelal bibe yan heta roja dawî ango 3’ê Cotmeha 2018’an pêşbazî dewam bike.
BEXDA