“Lazim e Kurd van sînorên çêkirî di navbera xwe rakin da ku bi hev re zêdetir têkîldar bin. Huner di vî warî de gelekî girîng e. Armanca min ya sereke jî ev yek e ku Kurdên her çar parçe bi rêya hunerê bêhtir nêzî hev bin.” ŞASWAR MAME Stranbêjê ji Bakurê Kurdistanê Cengîz Yazgi çendek berê straneke bi Kurdiya Jêrîn a bi navê “Waranê şew” belav kir. Cengîz Yazgi li gel şêwaza xwe ya xweş a muzîkê bi çend zaravayên Kurdî stranan dibêje. Ew ji bo mirazê xwe yê ji gotina zaravayên cuda dibêje: “Armanca min ya sereke jî ev yek e ku Kurdên her çar parçe bi rêya hunerê bêhtir nêzî hev bin.“ Melodiya strana ‘Waranê şew” a Dilêr Kemanger, helbesta vê jî ya Saeid Ebadatian e. Me bi boneya vê strana wî a nû pê re hevpeyvîneke kurt çêkir. Bi form û staylekî nû Mi jê pirsî “Te van rojan berhemeke nû bi zaraveya Kurdiya Jêrîn belav kir. Ka tu dikarî hinekî behsa vê berhemê bikî?”, wî bi vî rengî li min vegerand: “Belê, berhema min ya nû bi Kurdîya jerîn berî çend rojan li ser platformên dijîtal hat belavkirin. Ev demeke ku ez hewl didim stranên xwe bi hemû zaravayên Kurdî bêjim. Çîroka afirandina vê stranê jî ji xwe zêdetir li ser vê armancê ye. Ev berhem ji aliyê Saeid Ebadatian ve wek helbestekî hatibû nivîsandin û ji xwe berê jî zêdetir bi şêweyeke klasîk û kevnar wek stran hebû. Lê belê cudabûn û taybetmendiya xwendina min ew e ku min bi form û staylekî ku dibêjin vals ji nû ve çêkir. Awaza vê stranê ji hêla Dilêr Kemanger ve hatiye çêkirin.” Çima Azad Xaneqînî? Cengîz ev berhema xwe diyarî hunermendê şoreşger Azad Xaneqînî kiriye. Azad Xaneqînî yek ji damezirênerên Koma muzîk a şehîd Karzan e. Min jê pirsî “Çima te ev berhem kiriye diyarî ji bo hunermendê Azad Xaneqînî?“. Wî wiha bersiv da, “Azad Xaneqînî kesayetiyeke gelekî hêja û qedirbilind e. Weke hûn jî dizanin ne tenê hunermend di heman demî de şoreşgerekî doza Kurdistanê jî bû. Bi salan xaka Kurdistanê hem bi hunera xwe hem jî şoreşgeriya xwe parastiye. Dema ez jiyan û hunera mamoste haydar bûm têsîra wî li ser min gelekî çêbû. Jiyana Xaneqînî nûmûneyêkî hêja ye bo me. Min jî xwest bi rêya vê stranê rêzdar Azad Xaneqînî bêhtir bidim naskirin û bi bîr bînim. Hêvîdarim ev armanca min bigihije ser.” Sînorên çêkirî di navbera xwe rakin Cengîz Yazgi bi Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî), Kurdiya Navîn stranan dibêje. Wî wiha behsa vê taybetmendiya xwe kir, “Heta ji min tê ez hewl didim ku bi hemû zaravayên Kurdî bistirim û stranan çêkim. Ev yek girêdayî hişmendiyeke Kurdistanî ye. Ev salên gelek dûr û dirêj in ku ez bi muzîkê re têkîldar im. Berê, min stranên xwe tenê bi zaravayê Kurmancî digotin. Her ku min Kurdistan û hunera Kurdî nas kir, derbarê muzîka Kurdî de jî ewqas zêdetir elaqeya min zêde bû. Huner û folklora Kurdî li her çar parçeyê Kurdistanê gelekî dewlemend û taybet e. Mixabin ji ber sînorên dewletên dagirker hunermendên Kurd ji vê dewlemendiyê bêhay in. Lazim e Kurd van sînorên çêkirî di navbera xwe rakin da ku bi hev re zêdetir têkîldar bin. Huner di vî warî de gelekî girîng e. Armanca min ya sereke jî ev yek e ku Kurdên her çar parçe bi rêya hunerê bêhtir nêzî hev bin.“ https://www.youtube.com/watch?v=zzuF0RpSbWc

Cengîz Yazgî kî ye?

Hunermend Cengîz Yazgî ji bajarê Sêrtê ye. Ji ber rewşên sîyasî ya Bakurê Kurdistanê malbata wî koçî Stenbolê kiriye. Ev nêzî bîst sal e ku Cengîz tevî malbata xwe li wir dijîn. Dema wî dest bi muzîkê kiriye hê temenê wî gelek biçûk bûye. Cara yekem bi hînbûna gîtarê dest bi gotina stranan kiriye û stranên Kurdî ji ber kirine. Demekî dirêj li kolanên hemû metropolên Tirkiye, wek helwest dijî qedexebûna zimanê Kurdî, stranên Kurdî xwendiye. Sala 2016’an de li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê li pêşbaziya Kurdidolê de bû yek ji fînalistan. Bi vî awayî zêdetir hat nasîn. Heta niha bi gelek zaravayên kurdî, li gelek deverên Kurdistanê gelek albûm, klîp, konsert û xebatên din yên muzîkê çêkirine û berdewam e.