Emînoglû destnîşan kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, ew ê hemû gefên li ser Kurdistanê pûç bikin û wiha dewam kir: “Hêzên ku di Peymana Sykes Pîcot de Kurdistan di nava hev de parve kirin, hê jî di vî şerê parvekirinê de cih nedane Kurdan. Eger Kurd yekîtiya xwe ava bikin, di sedsala 21’an de wê li Rojhilata Navîn bibin hêza sereke.”
Emînoglû da zanîn, yê herî zêde yekîtiya neteweyî dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal kişand ser hewldanên bi salan ên Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî.
Emînoglû anî ziman, bi yekîtiya neteweyî re Kurd wê ji aliyê siyasetê, parastinê û aboriyê de xurt bibin û got, “Mîna ku pêşiyên me gotine; eger em nebin yek, em ê tine bibin.”
‘Em piştgiriyê bidin bangê‘
Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Emînoglû got, “Dewleta Tİrk û gelê Kurd êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dike” û wiha dewam kir: “Rejîma faşîst a dewleta Tirk îro êrîşî HDP’ê dike. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Li dijî hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo tinekirina yekîtiya siyasî ya Kurdan e, ji bo dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.” Emînoglû destnîşan kir, ku weke HDP ew piştgiriyê didin banga KCK’ê.
Serokê Eniya Demokrasiya Gel piştgirî da
Serokê Eniya Demokrasiya Gel Dr. Mihemed Kiyanî têkildarî banga KCK’ê û kongreya netewî ji ajansa me re axivî û wiha got; “Hemû ew hêz û welatên Kurdistan li ser wan de hatiya parve kirin bi yek çav temaşeyî gelê Kurd dikin û li dijî serkeftinên wanin. Di nava guhertinên Rojhilata Navîn de pêwîst bû Kurd bibin xwedî hezêk mezin. Lê belê parçe parçebûna wan, yek bû ji sedemên ji destdana hêzê wan.”
Serokê Eniya Demokrasiya Gel Dr. Mihemed Kiyanî bal kişand li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û wiha anî ziman; “Pêwîste hêzên siyasî der barê kongreya netewî de bicivin. Bi cidî nêz bibin. Pêwîste hêzên sereke li ser çarenûsa gelê Kurd bihizirin.”
ANF / HEWLÊR