Hewldanên Serokwezîrê Tirk ên ji bo teşwîq kirina malbatên Tirk a ji bo zarokên zêde mîna polîtïkaya dewletê tê meşandin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirk (TUİK) nifûsa kêm dibe. Li gor lêkolînê rêjeya temenê civaka Tirk 35, ya Kurdan 20 e. Her wiha tevî nifûsa Kurd a koçberî herêmên rojava hatiye kirin jî serê malbatê zarokek dikeve. Lê li bajarên Kurdan serê malbatê 5 zarok hene.

Daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirk (TUİK) sedama hewldanên hikûmeta AKP’ê û serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li bajarên Tirkan hewl dide nifûs were zêde kirin û ji malbatan berê 3’ê niha jî 5 zarokan dixwaze. Li gorî daneyan nifusa Tirkiyeyê  bi rêjeya 35 salî, kal dibe lê ya Kurdan hêna dînamîk e û rêjiya temen 20 sal e.

Serê malbateke Kurd 5 zarok

Di encamên lêkolînê de derkete holê ku li bajarên Kurdan serê malê 4-5 zarok hene û li gelek bajarên Kurdan ev rêje jî hatiye derbas kirin. Li bajarên Tirkan ên rojavayê Tirkiyeyê serê malbatê zarokek heye û rêjeya zêdabûna nifûsê kêm dibe.
Di lêkolînê de derkete holê ku li 19 bajarên di nava sinorên Tirkiyeyê de hejmara zarokên malbatê ji 3’yan zêdetir e. Dîsa ji van li 11 bajaran serê her malbatê 5 zarok dikevin. Bajarên ku serê malbatê 5 zarok hene jî ev in: Amed, Riha, Bedlîs, Mêrdîn, Batman, Agirî, Mûş, Wan, Sêrt, Colemêrg, Şirnex Li van bajaran rêjeya temenê nifûsê jî di navebar 18.5 û 21.7 salî de ye.
Rêjeya temen a nifûsa bajarên Tirkan jî di lêkolînê de derkete holê ku di navebar 34.5 û 37.5 e. Li gor vê yekê rêjeya temen a nifûsa bajarên Tirkan 35 salan derbas dike.

Polîtîkaya kêmkirina Kurdan zêdekirina Tirkan

Wek tê zanîn rayedarên dewleta Tirk ku zêdebûna nifûsa Kurdan mîna xeter dîtine tim bi polîtîkayên taybet hewldanên xwe di bin navên kampanyayên ‘kontrola zayinê' li bajarên Kurdan kampanyayên şerê taybet meşandin. Lê belê tevî hemû hewldan û polîtîkayên şerê taybet jî zêdebûna nifûsa Kurdan ne hate asteng kirin. Rêjeyên dawî yên TUİK'ê jî didin xwuya kirin ku di nava çend salan ji aliyê nifûsê ve wê serdestî bibe ya Kurdan. Lewra hikûmeta AKP'ê bi rê û rêbazên cuda yên ev mijar mîna polîtîkaya dewletê digire dest dane destpêkirin. Bi taybetî bi pêşengiya Serokwezîrê Tirk û bi bikaranîna jargona îslamî li her cihê ku serdan kir daxwaziya 'herî kêm 3, 5 zarok' hate bilêv kirin.
Li aliyê din hikûmet ji bo rêjeya nifûsa Tirkan zêde bike dest bi xabatan jî kiriye. Tê zanîn hikûmet amedakiray pakêta teşwîkê dike. Hikûmet wê hewl bide ji bo malbatan bi ayina derfetên aborî û şertû mercên cûda zêdekirina zarokan teşwîk bike. Di nava pakêka AKP'ê de ji bilî dayina alîkariya perayan, ji bo jinên dixebitin destûrên demdirêj ên ji kar jî tê payîn cîh bigire. 

NAVENDA NÛÇEYAN