Li Elmanyayê êdî çalakiyên hunerî yên elaqedarî Kurdan, li ser Kurdan li gorî berê zêde dibin. Ji bilî konser û festîvalên Filman, diyar e şano jî hêdî hêdî bi Kurdan dihise. Li bajarê Elmanyayê Moersê, Matthias Hesse û Annika Stadler wê di çarçoveya xwendinên şanoyî yên di çarçoveya rêza Lesung in der ”Barrikade” de xwendineke şanoyî bikin ku pê wê îşaret bi rewşa bi temamî nebûna exlaq di kirin û helwêstên mirovan de bikin.
Dahat ji bo Xaniyên Hêviyê
Şemiya 24´ê Mijdarê saet 20:00´an li Barîkade ya li Barbarastraße Fanny Gräfin zu Reventlow bixwînin. Ev kontesa ku weke Kontesa skandalan tê nasîn sala 1895´an ji malbata xwe direve û bi şanoyê nexasim mijûrl dibe. Azadî dibe mijara jiyana wê. Ew her henekê xwe bi mêran dike. Axir ew Tîrmeha 1928´an di encama qezayekê de dimire.
Rastî temaşekirin bêpere jî be, temaşevan wê karibin pereyan bibexşînin û ev pere wê ji projeya rêxistina alîkariya insanî, Medico International a bi navê ”Xaniyên Hêviyê” re biçe. Ji xwe elaqeya vê xwendina şanoyî, wisa bi Kurdan re çê dibe. Medico International van Xaniyên Hêviyê ji bo mexdûrên êrişên dewleta Tirk li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê nexasim jî li Şirnexê çêdike.
Jin Jiyan a li Şengalê
Li bajarê Elmanyayê Moenchengladbachê jî 6´ê Nîsana bê promiyera şanoyeke bi navê ”Jin Jiyan: Der Aufbruch (Destpêk)” heye. Mijara lîstika şanoyê şervanên jin ên Kurd in ku di pêşgirtina fermana 3´yê Tebaxa 2014´an a li dijî Êzidiyên Şengalê bi dewreke diyarker rabûn. Di metna danasînê de tê bibîrxistin ku van şervanan 200 hezar Êzîdî bi rêya korîdora jiyanê rizgar kirine. Êdî malbat piştî rizgarkirinê vedigerin û di ji nû ve sazûmakirina civakê de jin bi dewra aktoran radibin.
Anina Jendreyko perspektîfên cihê ên Êzîdiyan di navbera rêûresmê û jinûveavakirinê de dide nîşan. Lê li navendê hêza jinên Êzîdî heye. Bi aktorên Ensemblê, bi aktorên Kurd û Êzîdî û muzîkjenan rewşa Şengalê a aktuel tê ser dikê.
Goethe-Institut a Iraqê û şanoya bi navê ”das Schlosstheater Celle” jî destekê didin projeyê.
Promiyera lîstikê 6´ê Nîsana 2019´an li Studiobuehne ye ku ew jî li navnîşana Odenkirchener Str. 78 a li Moenchengladbachê ye.
Komediyek ji bo Soul Almanya
Komodiyeke têr muzîk jî 7´ê Kanûna 2018´an li bajarê Elmanyayê Celle kku li navenda wê serpêhatiya penaberekî Kurd ê ji Rojava heye. Navê lîstikê Soul Almanya ye.
Rojîn Abbas xortek e ku timî dixwest bibe starekî popê li welatê xwe. Axir ji ber şer dibe penaber û li Elmanyayê bi cih dibe. Piştî sê salan bawer dike ku ew li Elmanyayê întegre bûye û dikare bi komeke muzîka soul vê nîşan jî bide; lewma biya wî Elman hez ji muzîka soul dikin.
Axir ew dest bi lêgerîna alîkariyê dike, înstruman, muzîkjen û filan û bêvan. Lê ji bo ”castinga” wê bi tenê muzîkjenên Kurd ên ji rêûresmê tên. Bi alîkariya hevaleke xwe ya Emerîkî xwe digihîne jin muzîkjenan. Lê vê carê jî dewlet kesên tên ditirsîne, beşdar gelek hew tên provayan û di dawiyê de odeya provayan jî ji wan tê standin.
Ûensê Rojîn e ku hevala wî Elman e û bavê wê jî nedamê meclîsa rêveberiya bajêr e ku cihekî ji bo provayan ji wan re peyde dike.
Ji bo hûn bêhtir bibînin divê hûn 7´ê Kanûnê li bajarê Celle biçin hola bi navê Halle 16 a li navnîşana Hannoversche Straße 30b ya li Celle.
FRANKFURT