Belgefilma derhêner Luis Miranda a bi navê Ocalan û Pirsgirêka Kurd wê 15´ê Hezîranê di televizyona du zimanî Arte de bê nîşandan ku kanaleke çandî, hunerî û civakî ya Elman-Fransî ye. Piştî weşana filmê, film wê 3 mehan li ser malpera Arte TV bimîne û xelk karibe online jî lê temaşe bike.
Luis Miranda di filma xwe de hewl dide bersiva pirsên “Kurd kî ne? Tesîra wan çi ye? Abdullah Ocalan kî ye?” bide. Luis Miranda berê jî filma Mon voisin le Kurde (Cîranê min, ê Kurd) jî çêkiribû. Luis Miranda bi vê filma xwe mirovan dibe Rojavayê Kurdistanê û sînorên wê bi Bakur û Başûrê Kurdistanê re. Ew îşaret bi peywendî û arîşeyên dewletên weke Tirkiye, Sûrî û Îranê jî dike. Li gorî filma wî, pirsgirêka Kurd wê di ji nû ve terîfkirina dabeşkirina hêza siyasî li Rojhilata Navîn de û ya di navbera Rûsya û DYE´yê de diyarker yan jî tesîrker be. Ji ber ku film di sala 2014´an de hatiye amadekirin, rola ku Rêeberê Gelê Kurd hingê dilîst di çareseriyê û muzakereyên ji bo çareseriyê yên bi dewleta Tirk re jî nehatine ji bîr kirin û bi jhibergirtineke hingê ya kovara Timeê film dibêje, Ocalan dikare bibe “dengê aştiyê”.
Film 15´ê Hezîranê saet 11.25 deqîqeyan wê zindî bê nîşandan û paşê ji bo sê mehan jî online li ser malpera kanalê lê dikare bê temaşekirin.
FRANKFURT