Li paytexta Holanda Amsterdamê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi mijara “Êrîşa DAIŞ‘ê ya li hemberî Kobanê û Pêşeroja Rojhilata Navîn” semînerek lidar xist. Di semînera ku Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim weke axaftvan beşdar bû de, Kurdolog Martîn Van Brûînessen, pisporê Rojhilata Navîn Robert Stroek, Serokê HÎTP Mûstafa Ayranci, nûnerê DÎDF Gazî Koçgirî, nûnerên Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), gelek siyasetmedar, kesayet û rojnamevanên Hollandî jî amade bûn. Salih Mûslim da xuyakirin ku li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê li ser navê mirovahiyê têdikoşin û got, “Kobanê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, têkoşînek ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji ber vê yekê Kobanê sembola berxwedan û azadiyê ya tevahiya cîhanê ye.”


Serkeftina xeta sêyemîn
Salih Muslim ragihand ku Kobanê xwedî berxwedaneke dîrokî ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Me li dijî rejîma Baasê, di sala 2004’an de bi serhildana Qamişlo dest bi têkoşînê kir. Me dizanîbû ev pêvajo wê biqewime. Li gorî vê me amadekariyên xwe kirin. Dema li Sûriyeyê şerê navxweyî qewimî, ji me xwestin em di nava mûxalefetê de cih bigirin. Me ev qebûl nekir. Ji ber ku ev hêz di rastiyê de hêzên Kurdayetiyê înkar dikin. Lewma me weke hêzeke sêyemîn xeta xwe hilbijart û bi vê rastiyê re me dest bi têkoşînê kir. Hin derdoran bi gotinên ji rastiyê dûr, em bi alîgiriya rejîmê yan jî bi hevkarê hin hêzên din sûcdar kirin. Ti ji van ne rast bû.”
 
Têkoşîna bi derfetên kêm

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da xuyakirin, ku wan li Rojava sîstemeke xwe dispêre azadiyan û her kes di nav de cih digirin ava kirine, sedema van êrîşan jî ev sîstema wan e û got, “Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe bi ser me de tên. Çeteyên barbar ên DAIŞ‘ê, bi serjêkirina mirovan re dixwazin mirovahiyê têk bibin. Lê belê vîn û baweriya serketî, me li ser piyan dihêle. Hêzên navneteweyî, piştî ku bi niyeta van barbaran hesiyan, ketin nava tevgerê. Hêzên YPG û YPJ’ê bi derfetên gelekî kêm, bi rojane berxwedaneke bêhempa nîşan dan.”
 
Hin dewletên herêmê pişta çeteyan digrin

Muslim bal kişand ser êrîşên li hemberî Kantona Efrînê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, “Çeteyên El Nûsra, amadekariyan dikin ku êrîşî vê kantona me bikin. Yê vê dike jî hin dewletên herêmê ne. Haya me ji van heye. Lê belê wê li berxwedana mîna ya Kobanê rast bên. Bila her kes vê bizanibe, êdî kes Kurdan nikare li Rojhilata Navîn li derveyî hevsengiyê bihêle.” Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku gelek pêwîstiyên Kobanê hene û bang li welatên Ewropayê kir, ku alîkariyê bidin Kobanê.
 Kurdolog Martîn Van Brûînessen jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber Kurd bêxwedî bûn, di Yekemîn Şerê Cîhanê de nebûn xwedî parekê. Brûînessen da zanîn ku di roja îro de li Rojhilata Navîn Kurd xwedî hêz û gotineke cidî ne.


 NAVENDA NÛÇEYAN