Hemû pêkhateyên Rojava piştgiriya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û diyar dikin ku bi rêveberiya demî dê hemû pirsgirêkên Sûriyê çareserbibin û yekîtiya gelê Sûriyê xurtir bikin. Derbarê mijarê de endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê Ekrem El-Mehşûş diyar kir ku rêveberiya demî ya Rojava û xweseriya demokratîk dikare hemû pirsgirêkên li Sûriyê çareser bikin û ev tişt gotin: “Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk projeyekî Sûriyhê ye, armanc ji pirojeyê dagirtina valahiya ewlekarî, aborî û civakî ya li herêmê û Sûriyê ye.Kesên ku dibêjin ku ev piroje dê Sûriyê perçebbike, li dijî Sûriyê ne. Bi rastî pirojeya rêveberiyê dê yekîtiya di nava hemû pêkhateyan de ava bike û yekîtiya Sûriyê biparêze û musoger bike.”

Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Berkat Reşo piştgiriya xwe da pirjeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîkû got: “Em wekî beşekî civakê li parêzgeha Hesekê piştgiriya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û di nerîna me de çareseriya pirsgirêka Sûriyê di rêveberiyê de pêk werin. Em dibêjin ku kesên bi vê projeyê razî nebin dixwazin aloziya Sûriyê berdewam bike.”Reşo, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Armanca vê projeyê ew e ku valahiya ewlekarî, rêveberî û çespandina qanûnan ji bo yekîtiya Sûriyê ye.”
Li aliyê din Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Biratiya Gelan Ebdilfetah Fatimî derbarê mijarê de wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hemû pêkhateyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û jiyana hevbeş xurt dike.” Her wiha da zanîn ku reşnameya vê projeyê beriya 7 mehan hetiye pêşkêşkirin. Fatimî di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Proje wek hin kesê reşdikin ne ji bo parçekirina Sûriyê ye, berovajî wê biratiya gelan xurt dike û yekîtiya Sûriyê xurt dike.”
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Ehmed Dohan El-Şumerî jî derbarê heman mijarê de axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin û cihê xwe tê de bigirin. El-Şumerî bi taybet bang welatiyên ji pêkhateyên Ereb kir ku cihê xwe di vê rêveberiyê de bigirin, ji ber ku ji bo devereke wekî parêzgeha Hesekê çareserî ye.

HESEKÊ