ALİ GÜLER
Do 21 ê Adarê bû, Newroz bû. Newroz cejna Kurdan a herî girîng û pîroz e. Ya herî balkeş û muhim jî destpêka berxwedana netewa gele me ye. Bi rastî gelê Kurd, ji bo Newrozê berdêleke mezin daye heyanî îro. Bi vê berxwedan û serhildanê, wekî nasname û zimanê Kurdî, Newroz jî bi dewletên dagirker daye qebûlkirin. Mijara me ya vê nivîsê Newroz, pîrozkirina gel û zilma dewlatan nîne.
Mijara me ew e ka di berhemên hunerî û sînemaya Kurd de Newroz çiqas cîh digire. Mirov dema îro dinihêre, bi rastî jî Newroz di berhemên hunerî de gelek kêm cîh digire. Belkî mirov dikare bibêje, ji bilî stranan di ti berhemê de cîh nagire yan jî gelek kêm cîh digire. Hele hele, di sînemayê de qet tine.
Sedemê vê gelo çi ye?
Di vir de, çi dikeve ser milên sazî û rêxistinên çand û hunerî? Ew rola xwe bi cîh nayînin. Cîhan, nivşê nû yê Kurd, Newrozê ji çend dîmenên li kolanên Amed û hinek bajarê din bi vêxistina agir û çalakiyan nas dike. Di hişê wan de ji Newrozê kuştin, zilm û zora Tirkiyeyê û berxwedana Kurdan e...
Cîhana me îro ewqas biçûk e ku bûye bi qasê gundekî. Bi riya amûrên ragihandinê, em ji bûyereke li devereke cîhanê di heman demê de agahdar dibin. Gelo em ji bo ku reng û dîroka xwe bidin nîşandan, çiqasî ji wan amûran sûdê werdigirin.
Ev 20 sal zêdetir in ku li Kurdistanê sînema tê çêkirin, heyanî niha mirov dikare bibêje metraj-dirêj, belgefîlm û kurtefîlm bi hezaran fîlmên Kurd hatine çêkirin. Lê heyanî niha fîlmek an jî belgefîlmeke li ser Newrozê nehatiye çêkirin. Li gorî min ev şermeke mezin e ji bo me sînemevanên Kurd. Gerek fîlmeke wisa ji zû ve bihata çêkirin. Lê mixabin ne fîlmeke wisa heye ne jî fîkra projeyeke bi vî rengî! Gelo ji bo çi? Mirov dema li Başûr jî li Bakur jî dinihêre, van salên dawî, gelek derfêtên mezin hatine çêkirin. Ji bo fîlmeke wisa gelek derfet û îmkan hatine avakirin. Başûrê Kurdistanê ev 15 sal in azad e. Wezareta Çand û Hunerê ya Hikûmeta Başûr, her sal bi milyonan pere ji bo sînemayê vediqetîne. Mirov dema li encamê dinihêre jî berhemeke baş ti salê dernayê. Li vî parçeyê welêt gelek derfet hene û fîlmeke mijara wê cejna Newrozê be, pirr rehet dikare were çêkirin. Mirov matmayî dimîne ku heyanî niha fîlmeke wisa nehatiyê çêkirin.
Dîsa li bakurê Kurdistanê îro gelek derfet hene. Bi rastî jî tevahiya Kurdan bi hêz û tesîra sînemayê nahisin. Helbukî îro di cîhanê de tekoşîn li ser ragihandin û sînema û înternetê dimeşe.
Gereke em Kurd jî ji vê û pê ve van ragihandinan bi kar bînin. Çîrok û çanda xwe bi riya sînemayê nîşanî cîhanê bidin. Ez bawer dikim berhemeke wisa qat bi qat çêtir e ji gelek çalakî û hewldanan. Sînemaya cîhanê îro Kurdan bi Behmen Qubadî nas dike. Ji bo çi? Ji ber ku Qubadî, çend fîlmên Kurdî çêkirine. Divê em ji vê dersê bigirin. Mirov dikare gelek minakan bide di vî warî de. Dibe ku di vir de hinek kes bibêjin, fîlmek ewqas biha nayê çêkirin. Na? Eger were xwestin mirov dikarê li ser Newrozê fîlmekê yan jî belgefîlmekê çêke. Li ser dîroka Newrozê, li ser Mazlum Doğan, Zekiye Alkan, Rahşah Demirel, Ronahî û Bêrîvan. Ev hemû girêdayî Newrozê ne. Fîlmek li ser van kesan bi xwe re fîlmeke Newrozê derdixe hole. Divê sînemevanên Kurd fîlmên wisa çêkin. Di demeke nêzîk de bi hêviya fîlmek Newrozê!!! Cejna we pîroz be...
aliguler1926@gmail.com