Kurdistaniyên li Marsilya, Viyana û Kanada Şemiyê ji bo azadiya Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. 

Kurdistaniyên li Başûrê Fransa Marsilyayê ev 4 roj bûn bi navê ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ çalakiya kon dabûn destpêkirin, çalakî bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Meş ji meydana Canebîere dest pê kir û li meydana Vîeux Portê bi daw bû, di çalakiyê de gelek Kurdistanê amade bûn. Jin li pêş meşê dimeşiyan û postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zeynep Kinaci (Zîlan), alayên PKK, YPJ-YPG, TJK-E’yê hildan. Di meşê de ji bo Ocalan azadî hate xwestin, pankartên xwedîderketinê yên ji bo Efrînê hatin hildan. Bi Fransizî hate gotin, ‘’Ji Ocalan re azadî, Efrîn ne tenêye’ û ‘’Em hemû PKK’yî ne.’’

Piştî meşa heta bi meydana Vîeux Portê ku kon li wir hatibû danîn çalakvanan mîtîngek lidarxist. Di mîtîngê de Sirûda Netewî Ey Reqîb hate xwendin û endamê NCKD Azad Şirnexî axivî.

Şirnexî got, şervanên Kurd li Reqayê dor li çeteyên DAIŞ’ê pêçane û zilma DAIŞ’ê ya li Reqayê wê were bidawîkirin. Şirnexî bi bîr xist ku şervanên azadiyê yên Kurd nehiştin ku Kobanê bikeve û got, ‘’Kobanê kirin navenda azadî û serfiraziyê. Di şerê Reqayê de jî wê mizginiya srefiraziyê bidin me.

Şirnexî herî dawî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: ‘’Çi kesê ku dibêje ez ji Ocalan hez dikim, dilsozê îdeolojiya wî me ji niha û pê ve bi tevlêbûna li çalakiyan divê dilsoziya xwe nîşan bide.’’


Li Avûstûrya wê çalakî bidomin

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa enformasyonê hate vekirin û mîtîngek pêk hat.

Li kolana herî şên a Viyana, li Chrîstîan Broda standa agahdarkirinê hate vekirin û ji bo Ocalan azadî hate xwestin. Piştî nîvro mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de çalakvanan flamayên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û boroşûr hatin belavkirin.

Di çalakiyê de tim tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku heta Ocalan azad dibe wê çalakî bidomin.


Li Kanada êrîşên dewleta Tirk jî şermezar kirin

Li Toronto ya Kanada tecrîda li ser Ocalan û hewldana dagirkirina Efrînê ya bi destê hêzên mêtinger bi meşekê hate şermezar kirin. Meş bi Federasyona Kanada û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk Toronto pêk hat û di meşê de gelek Kurdistanî amade bûn. Kurdistanî li Yonge Bloorde civiyan û heta bi Yonge Dundasayê meşiyan.

Di meşê de tim hate gotin ‘Ji Serok Apo re azadî’, ‘TC ji Efrînê derkeve’, ‘ji wekîlên HDP’ê re azadî’’, ‘Erdogan ê faşîst, dest li vîna min nede’. Her wiha hate gotin, ‘’Erdogan ê faşîst dest li vîna min nede’ û piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiyê anîn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN