Çalakiyên Kurdistaniyan yên piştî girtina hevserokên HDP’ê, parlamenterên Kurd û hevşaredaran ji roja ewil ve li paytexta Elmanya Berlînê hema bêje bênavber didome. Kurd li deverên cûr bi cûr bi şêweyên pircûre çalakiyên xwe lidar dixin. Çalakiya roja çarşema buhurî yek ji wan çalakiyên balkêş bû. Bajarê Berlînê ku li dor 4 milyon niştecih lê ne û salê jî bi qasî 25 mîlyonî jî turîst ji bo geştiyariyê serdana wê dikin, di warê dengderxistin û xwe-danasînê de jî qadake girîng e.
Deriyê dîrokî Checkpoint Charlie ji bo Kurdan, Elmanên ku çavên wan tim fêrî dîtina turîstan bûyîn û her wisa ji bo turîstan jî pir girîng e. Li nukteyeke polîtîk çalakiyeke aktûel a polîtîk dihat lidarxistin. Tişta ku zêde bala min kêşayî jî ev bû ku gelek ji çalakvanan bi paşxaneya nuqteya kontrolê ya dîrokî nedizanîn. Piraniya wan dizanîbûn ku ew der deriyê di navbera her du Berlînan de bûye, lê wekî din di kitekit û datayan de dixitimîn. Gelek ji wan jî behsa Charlîe Chaplîn kirîn ku têkiliya wî hîç bi wir ve nîne.
Nuqteya Kontrolê ya Çarlî: Li Berlînê nuqteya derbasbûnê ya di navbera Berlîna Rojava û Rojhelat de ye. Ev derî ji sala 1961’ê heta sala 1990’î wek deriyê sêyem (Helmstedt – Alpha û Dreilinden - Bravo a îtifakê ya derbasbûnê) hat bikaranîn. Ev der bi tenê ji bo leşkerên hevpeymanan, sefîrên bilind û malbatên wan, biyaniyan, nûnerên Elmanya ya Federal yên li Elmanya ya Demokratîk kar dikirin û ji aliyê kesûkarên Elmanya ya Demokratîk yên payebilind dihat bikaranîn.
Hêzên Yekîtiya Sovyetê û yên Amerîkayê di sala 1961’ê de piştî tewawbûna şerê duyem yê cîhanê li vê nuqteyê hatîn pêşberê hev. Leşker û panzerên her du aliyan maweya 16 saetan bê ku guleyekê biteqînin, wisa li hemberê hevdu sekînîn û payîn. Wê demê wisa dihat hizirkirin ku guleyekê jî wê têra destpêkirina şerê sêyem yê cîhanê bikira. Ev arîşe di encama hevdîtinên serokê Amerîkayê J.F.Kennedy li gel serokê Sovyetê hat çareserkirin.
Li nuqteyê deriyê gûmrikê heye, çewalên kûm û çîmentoyan, wisa jî wêneyên leşkerên Sovyet û Amerîkî hilawestî ne ku têkiliya wan bi navê – Charlîe- re jî nîne; tank û panzerên her du aliyan sembolîze dikin. Bermahiyên din yên nuqteya şerê sar jî: bariyer, pergala sînyalê û monûmenta Dîwarê Berlînê ye. Li ser dîwarên derdorê jî ew qeyranên ku di wê serdemê de dikaribûn bibin sedemên şerên cîhanî hatîn teswîrkirin. Li kêlekê Muzeya Dîwarê Berlînê heye. Li ser dîwêr alên Amerîka, Fransa, Brîtanya û yên Sovyetê hilawestî ne. Balkêş e ku ala Sovyetê ya bi das û çakûç ji nîvî ve çirandî ye.
Li aliyê din piraniya Kurdan hay ji paşxaneya deriyê dîrokî nebûn, lê dilê wan li ser siyasetmedarên wan digiriya. Qada legal a ku beriya du salan vegeriyabû hêviyekê êdî di encama stemeke li pêş çavên cîhanê, bi zordarî ji destê wan dihat girtin. Li riya çûyîna çalakiyê nûçeyên girtina hevşaredarên Sêrt û Dêrsimê jî belav dibû. Her wisa ev destdirêjî dewam dikir û heta Mêrdîn û Wanê jî digihişt. Çalakvana Elman Susanna Rosslîng ku bênavber belavokên înglîzî li turîstan belav dikirin pir bi hêrs bû: “Gava min rewşa wezîrê Elman Steînmeier li pêş wezîrê Tirk dît ez gelek xemgîm bûm. Ev çi sosretî ye, gelo ev ji tirsê ye? Na, ez bawer nakim. Lê dîsa jî min kir ku ez biqîrim: Hey Ewropiyano! Metirsin, Tirk we naxwin! Ji Kurdên bê çek, bê desthelat û bê derfet şermê bikin!…”