Ala Talebanî di çarçoveya civîneke rojnamevanî de li Parlamentoya Iraqê de got; “Hevpeymaniya Kurdistanê daxwaz ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî û Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Necefî kiriye ku ji bo dabînkirina ewlekariya navçeyên sînorî yên Diyaleyê, tedbîrên pêwîst bigirin ber. Xelkê wan navçeyan rûbirûyê derxistin, girtin û kuştinê bûne û ji bo ku wan navçeyan bicîhbihêlin gef lê hatiya xwarin”.
Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku 1362 malbatên Kurd ji wan navçenan hatine derxistin û ji cîhên wan jî 4000 malbatên Ereb hatine niştecîhkirin û her wiha nêzîkî 52 kes jî hatine kuştin.
BEXDA