
Projeya Herêma Başûrê Rojhilat (GAP) 32 salin di meriyetê de ye. Li gel ku ji bo xizmeta avdaniya çandiniya rençberan heremê û hilberîna aborî proje ket meriyetê jî 32 salin hêj proje temam nebûye. 32 salin heta niha ji sedî 16.5'i piroje temam bûye. Li Rihayê ku li gorî Rêveberiya Pergala Qeyda Rençberan (ÇKS) 58 hezar û 892 rençber qeydkiriye tenê çend hezar kes sûdê ji vê projeyê digirin. Projeya ku temam bûye jî zêdetir hilberîna ceyranê dike û tenê li navçeyên Haran û Akçakale ku bi piranî Ereb lê dijîn ji xizmeta avdaniya çandinî û rençberan dike. Rençberê bi navê Kadir Yaşarer ku li gundê Araban ê Pirsûsê rençberiyê dike, anî ziman ku li gel GAP ketiye meriyetê jî tu fêdeya wê nagêje rençberan. Yaşarer, da zanîn ku tenê çavkaniya hatina wan çandiniye û ji ber ku baran nabare û nikarin zeviyên xwe av bidin her sal perîşan dibin. Yaşarer, da zanîn ku ligel zeviyên wan hene jî sûdê ji zeviyên xwe nagirin û neçar dimînin ku her demsalên bahar û havînan koçî metrepolan bikin. Yaşarer, destnîşan kir ku li gel GAP ji bo rençberan hatiye avakirin jî tu fêdeya wan li rençberên Kurd nayê.
Sûdê dide Harran û Akçakaleyê
Serokê Odeya Endezyaran a Rihayê Alk. Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen jî anî ziman ku tenê Haran û Akçakale ku bi tevahî Ereb in sûdê ji GAP'ê digire, lê navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Hîlwan, Hawag û Bîrecîkê sûdê jê nagirin. Oztürkmen da zanîn ku li Rihayê ku li gorî Rêveberiya Pergala Qeyda Rençberan (ÇKS) 58 hezar û 892 rençber qeydkiriye tenê çend hezar kes sûdê ji vê projeyê digirin. Ozturkmen, da zanîn ku ewqas rençber jî niha axa wan bê av e û tu sûdê ji çandiniyê nagirin û wiha got: "Midû
Mazot 7 qat buha bû
Ozturkmen, da zanîn ku ji salên 90'an heta niha berhem û hilberînên rençberan zêde nabe û wiha got: "Di salên borî de rençber dikaribû li hemberî kîloylek genim lîtreyek mazot bigirta. lê niha bi 7 kîlo genim lîtreyek mazot distînin. Genim buha nebû, lê mazot 7 qat zêd bû. Ji ber ku kanalên avê neçûne herêmê, welatî bi derfetên xwe bîrên avê dikolin. Sontajan lê didin. lê vê carê jî rastî pirsgirêka ceyranê tên. Ji bo 10 dolim zevî 250 TL mezrefa ceyranê diçe. Dîsa mesrefa gubre mazot û çotkariyê jî heye. Tu fêda GAP'ê li rençberan nabe."
DÎHA/RIHA