Merasim ji bo cejna Yekîtiya Gelan seat 10:00’an li Qada Sor a Moskovayê hat lidarxistin. Bi dehezaran gelên ji netewên cur be cur bi rengê xwe tevlî merasimê bûn. Di serî de bihezaran kes ji her aliyê Moskova ber bi Qada Sor ve meşiyan û niha di van kêliyan de wê mitîngek mezin were lidarxistin.
Hevserokê Otonomiya Federal a Kurdên Rûsya Ferhad Padiev jî ku bixwe tevlî merasîmê bibû ragihand ku ew jî wek sazî û rêxsitinên Kurdan beşdarî vê cejnê bûne. Padiev wiha got: “Em bi reng, deng, cil û berg, def û zurne û pankartên bi zimanê Kurdî tevlî ceja Yekîtiya Gelan bûne.”
ROJNEWS/MOSKOVA