Pêr 75 kesên ku li dijî operasyonên li hin gundên ser bi navçeyên Amedê Lice, Karaz û Hezroya bûn mertalên zindî, li ser rêya Licê hatibûn rawestandin û binavçkirin. Doh jî bi sedan Amedî, ji bo pêşiyê bigirin li komkujiyên muhtemel ên di dema êriş û bomberdûmana artêşa Tirk a li Licê de, li pêşiya avahiyên KCD´ê û DBP’ê kom bûn û weke mertalên zindî ji Amedê bi rê ketin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Nûrsel Aydogan, rêveberên bajaran û endamên Meclîsên KCD, DBP, HDP’ê , Dayikên Aştiyê û saziyên civaka sivîl ên li ber avahiyan kom bûn, bi karwanekî bi rê ketin.

Welatiyên ku ji bo rawestandina operasyonên li navçeya Lîcê ji Amedê bi rê ketin, li ber avahiya Midûriyeta Şaxên Tîmên Taybet hatin rawestandin. Heta saeta nûçeya me dihat amadekirin jî destûr nedihat dayîn ku welatî derbas bibin.


Lice dîsa tê şewitandin...

Li aliyê din navçeya Licê, ji ber bomberdûmana bi helîkopteran bûye mîna xelekek ji agir. Şewata li herêmê ji ber bomberdûmanê pêr derket û ji ber ku doh jî helîkopteran bi bombeyên şewatê bombebaran dewam kir, kêlî bi kêlî mezin dibe. Ev xeleka ji agir, di serî de li gundê Sisê li gelemperiya Licê belav dibe û mezin dibe. Welatiyên dixwazin agir vemirînin jî tên astengkirin. Ji bilî wê jî artêşa Tirk tevahiya hewldanîn vemirandina şewtaê asteng dikin.


 AMED