
'Peywirekî tevlîhev heye'
Çandar, destnîşan kir ku hêj komîsyon di asta avakirinê de bû têkildarî navan de pirsgirêk hatin jiyîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Temem nav 'Mirovên Aqil' Fonksiyona Mirovên Aqil a me ji minakên cihanê fêmkirî ji komîsyona Tirkiyeyê cuda ye. Divê em nav û fonksiyonê ji hev cuda bikin. Ya em ji rola komîsyonê fêm dikin tenê ev e; Serokwezîr bi giştî weteya peywirê diyar kir. Got 'Li 7 herêmên Tirkiyeyê dê hinek nav panel, konferasn û sempozyuman li dar bixe û pêvajoyê vebêjin. Dê pişt re têkildarî xebatên xwe de raporê bidin me.' Serokwezîr di civîna ewil de got 'dê çibikin kengî bikin û çawa bikin girêdayî wan û her di her tiştî de serbest in' Li vir peywirekî tevlî hev heye."
Rojnameger Nivîskar Cengîz Çandar diyar kir ku komîsyon dê li 7 herêmên Tirkiyeyê konferans, sempozyum û panelan li dar bixin piştî van yekan dê raporê pêşkêş Serokwezîr bikin û wiha axivî: "Niha dê vê yekê serbixin dê serbixin. Bi taybet li Amedê ji ber navanda herêmê ye tu pirsgirêk tuneye. Bi salane li Amedê hefteyê 5-6 sempozyum panel tên kirin di mijara aştî û riyên çareseriyê. Ez careke din dibêjim li derdora Amedê û herêma Kurdan a Tirkiyeyê tu hewcehiyên panel û sempozyumên îknaya aştiyê tuneye. Ji xwe gelê herêmê bi salane vê yekê dikin."
Çandar pêvajoya "paşve kişandinê" ya di rojevê de jî nirxand û wiha got: "Niha tu behsa pêvajoya paşve kişandinê nayê kirin. Dê re pêvajo rojên pêş de zelal bike. Ji ber ku nameyên Abdullah Ocalan ên têkildarî vê mijdarê de çûn Qendîl û Ewropayê. Li gorî bersivên ji wir bên û bersiva Abdullah Ocalan dê çi be em nizanin. Piştî ev yek zelal bû dê bersiva vê pirsê hêsan bibe. Ya girîng gavên vê pêvajoyê beralîkirina rast e."
DÎHA/AMED