Berxwedan Rûmetê di roja 7´an de ye. QSD´ê doh da zanîn ku Serê Kaniyê hîna di kontrola wê de ne.

QSD´ê da zanîn ku di roja 5´an a berxwedanê de wan herî kêm 27 esker û çeteyên dagirker kuştine.

Di êrişa Dewleta Tirk  a pêr de yek ji birîndaran, nûçegihanê Çira TV Mihemed Hesen Reşo jî şehîd bû.

QSD´ê doh daxuyanî derbarê rewşa berxwedana li Serêkaniyê da û got, êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina bajêr hemû hatine şikandin û di encamê de 27 eskerên Tirk û çeteyên wan hatine kuştin. Di heman demê de doh di navbera şaneyên DAIŞ´ê yên li kampa Eyn Îsa û hêzên QSD´ê de şer qewimî. Çeteyên ser bi Tirkiyeyê jî rêya di navbera Eyn Îsa û til Temirê girtin û êriş birin ser Til Temirê; QSD´ê bersiv da êrişê û di encamê de gelek çete û êrişkarên dagirker hatin kuştin. Li aliyê din di êrişa komkujer a dewleta Tirk a li Serê kaniyê de 2 rojnamevanên din şehîd bûn û hejmara rojnamevanên şehîd jî bû 3.

Berxwedana Rûmetê di roja 7`an de ye dewam dike.  Şervanên QSD`ê li seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixe.

QSD´ê doh ragihand ku artêşa dagirker û çeteyên wê, şevê din di aliyê bakur û rojhilatê ve hewl dane Serêkaniyê dagir bikin. Şervanên QSD`ê hewldana dagirkeran şikandiye û şerên giran jî heta kêliya amadekirina nûçeyê jî dewam kiriye.

QSD´ê got, di encama bersivdana şervanên QSD`ê de, 27 eskerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne. QSD´ê wekî din agahiya wê yekê jî parve kir ku 2 panzêr, bildozerek û 2 tireks ên artêşa dagirker jî hatine teqandin.

QSD´ê diyar kir ku balafirên artêşa dagirker û topavêjên wê bênavber Serêkaniyê topbaran û bombebaran dikin.

Şehîdên çapemeniya azad

Di komkujiya pêr a dewleta Tirk a li Serê kaniyê de li gorî daxuyaniya rêveberiyê roja pêî 11 sivîl şehîd bûbûn û 74 jî birîndar bûbûn. Di nava şehîdan de nûçegihanê ANHA´yê Seed Ehmed şehîd bûbû. Doh jî rojnamevanên birîndar nûçegihanê Çira TV Mihemed Hesen Reşo jî şehîd bû. ji bilî wan nûçegihanê ANHA`yê Mihemed Ekincî, nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksu, nûçegihana Stêrk TV’yê Emel Yunis, nûçegihanê North Pressê Dilsoz Dildar, nûçegihan Yildiz Rojbîn Ekîn, rojemevan Abdreşîd Mihemed Mihemed, nûçegihanê Rûdawê Huner Ehmed birîndar bûn. Yekitiya Ragihandina Azad êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin

Yekitiya Ragihandina Azad êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnemevan û sivîlan şermezar kir.

Li Kampa Eyn Îsa şer

Doh li kampa Eyn Îsayê jî şer rû da. Li vê kampê bi hezaran malbatên DAIŞ`ê hene.

Heta niha nehat zanîn ku çek çawa gihîştine çeteyên DAIŞ`ê, lê tê gotin ku artêşa Tirk a dagirker çek gihandine çeteyan.

Şervanên QSD’ê li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsa de li komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker da û di encamê de 2 panzerên wan îmha kirin û gelek çete jî kuştin. Çeteyên ku ji milê Girê Spî ve hatin, xwestin bikevin Til Temirê lê şervanên QSD’ê pêşî li wan girt û di encamê de şer qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê di şer de 2 panzerên çeteyan hatin îmhakirin û her wiha gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne.