Café International fikrek e ku tevneke civakî ya li bajarê Elmanyayê Traunsteinê derxistiye pêş ji bo destekkirina danûstandina di navbera komên cihê yên civakî de teşwîq dike. Navê tevnê jî ”Traunsteiner Netz” e. Ew serê çendekê bi navê Café International çalakiyan li dar dixe.

Çalakiya bê ya Café International 25´ê Mijdarê ye; saet 15´an li hola Evangelisch-Lutherischen Kirchengemeinde pêk tê. Li wir mêvan vê carê penaber û ew kes in ku doza statuya penaberiyê dikin. Axir xelkê bajêr wê karibin penaberan nas bikin.

Vê carê wekî din derfeta Kurdên Êzîdî çêdibe ku behsa civaka xwe bikin û nexasim jî behsa serbihurî û çanda Êzîdiyan bikin. Ji du salan û vir ve, mexdûrên Fermana 3´yê Tebaxê ya li dijî Şengalê êdî li Traunsteinê jî dijîn. Ew ê behsa çand, diyaneta xwe û rewşa xwe ya niha li Traunsteinê bikin. Kurd biçin ku xwarin û şîrînahiyên xwe jî dibin û li Café International jî heman tiştî dikin.

 

TRAUNSTEIN