Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, PKK amade ye di vê pêvajoya dîrokî de bi erkên xwe rabe.

Karayilan di Bernameya Taybet a Stêrk TV de rewşa siyasî û eskerî ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê nirxand. Karayilan da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî HDP’ê, girtina parlamenter û hevşaredaran, girtina saziyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, operasyonên hewayî û bejahî, planên dagirkirina Cerablûs û Babê, hewldanên xwegihandina Reqayê û tevlîbûna li operasyona Mûsilê, daxwaza destwedana li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Iraqê parçeyek ji konsepta li dijî destketiyên Kurdan e.

Karayilan li ser Rojavayê Kurdistanê got, “Niha rejîm ji hev ket; şert û mercên bûyîna xwedî statuyê derketin holê. Lê belê ev dibêjin, ‘Çawa çêdibe ku PYD li wir bibe xwedî statu’. Çima? Ji ber ku PYD Kurd e. Dibêjin ‘Ew PKK’yî ne’. PKK diyar e. Weke rêxistineke şoreşger li dijî mêhtingeriya Tirk şer dike, têdikoşe, li ber xwe dide. Lê ev weke rêxistinbûneke cuda derketiye holê, hevserokên wan diyar in; li parçeyekî din û li dijî dewleteke din têdikoşe. Ji xwe re hincetê dafirîne. Yanî dijminatiyê li Kurdan dikin. Li dijî statuya Rojavayê Kurdistanê ye.”

Tirkiye li dijî statuya Başûrê Kurdistanê ye jî

Karayilan anî ziman, ku dewleta Tirk bi bicihbûna li Mûsil an jî Til Eferê, bi bicihbûna li Kerkûkê bi rêya hin alîgirên xwe re dixwazin statuya Başûrê Kurdistanê jî bixin rojeva xwe û wiha dewam kir: “Ew bi vî rengî difikirin; ‘Heta ku Başûrê Kurdistanê statuyek hebe, wê Kurdên li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê daxwaza stauyê bikin’. Lewma dixwazin Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Ji bo vê armanca xwe jî dek û dolaban digerîne. Mîsakî-Milî dixe rojevê. Dibêje, ew peymana Lozanê qebûl nakin. Yanî dibêje ‘Musil û Kerkûk a wan e’. Ji aliyê esasî ve ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê her cihî dixwaze. Çavê van sor bûye. Êrîşeke cidî heye. Divê kes xwe nexapîne. Lazim e her kes vê rastiyê bibîne.”

Pêwîstî bi stratejiyeke hevpar a Kurdan heye

Mûrat Karayilan wekî nuqteya herî girîng a ku divê siyaseta Kurd bibîne îşaret bi konsepta tinekirina tevahiya destketiyên Kurdan a Tirkiyeyê kir û ev tespît kir: “Eger siyaseta Kurd vê xeteriyê nebîne, dibe ku ji nişka ve hemû dewletên dagirker li ber Kurdan rabin. Eger sibe ev şer biqede, wê dewletên mezin, hêzên navneteweyî bixwazin herêmê di nava xwe de parve bikin. Yanî xeter li ser destketiyên Kurdan hene. Di bûyera Cerablûsê de jî me dît, hêzên navneteweyî tevî ku nakokî di navbera wan de hene jî, li dijî Kurdan bûn yek. Lazim e siyaseta Kurd vê rastiyê bibîne û êdî ji bo neteweya xwe bixebite. Pêwîstî bi stratejiyeke hevpar heye. Vekirî yan jî veşartî, divê stratejiyeke neteweyî ya Kurdan hebe. Ji bo biserketina Kurdan û parastina destketiyan, ev yek şert e. Ji bo gelê Kurd karibe bi rengekî azad li ser vê xakê bijî, stratejiyeke hevpar a neteweyî şert e.”

‘Divê em bersiva pêwîst bidin dagirkeran’

Mûrat Karayilan destnîşan kir, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd ên li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê wekî PKK ew amade ne di vê pêvajoya dîrokî de bi her awayî bi erka xwe rabin û wiha peyivî, “Divê em êdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran. Em eskerê wan nînin û em ê xizmetê ji wan re nekin. Pêwîst e em vê bersivê bidin her kesî. Lazim e her kes zanibe, Kurd wê êdî yê xwe be. Wê ji bo xwe bixebite. Stratejiya xwe heye. Ev der welatek e, ev der Kurdistan e. Divê her kes bi rêzdarî nêzî vê bibe. Bi siyaseteke yekalî, bi zorê nikarin bi ser kevin. Girîng e em li her qadê bersiva vê bidin. Pêwîst e em li qada şer, li qada siyasî û dîplomasiyê bersivê bidin, ku bi rastî jî bibin yên xwe. Ku li welatê xwe, sîstema xwe bi rengekî azadî û wekhev ava bikin. Di vê kêliya dîrokê de helwesteke bi vî rengî nebe, nabe.”

‘Kes wê serê xwe li ber neviyên Osmanê netewîne’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman, eger ev dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê bidome, gelê Ereb jî wê têkoşîna xwe ya li dijî Tirkiyeyê bilind bike. Karayilan bibîr xist, ku niha êrîş li dijî hêzên Meclîsa Esklerî ya Minbicê tê kirin û wiha dewam kir: “Ereban dikuje, welatiyên Sûriyeyê dikuje. Li wê derê, li dijî wan şer dike. Kurd, Suryanî, Ermenî, Asûrî, Erebê Sûrî, Erebê Elewî; bi dîtina min wê tevahiya gelê li wir, li dijî vê derkevin. Li wê derê kesek wê serê xwe li ber neviyên Osmanî netewîne.”

Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze biçe Minbic û Reqayê û got, “Xeyalên bi vî rengî jî dibînin. Ev yek ewçend hêsan nîne. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê li wir derbeke cidî bixwin. Dibe ku Reqayê, Babê bigirin. Ev pêkan e. Ew ne pirsgirêk e. Pirsgirêk ew e ku gelê Ereb, artêşa Tirk hezm nake. Dagirkeriya Tirk hezm nake. Ji ber vê yekê ev hewldanên wan ên dagirkeriyê wê bibin bela li serê wan.”


 NAVENDA NÛÇEYAN