
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li payexta Îtalyayê Romayê çalakiyek hat organîzekirin. Girse li Qada Largo di Torre Argentînayê kom bû, ala PKK’ê, posterên Ocalan û pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” hilgirt.
Li bajarê abkurê Îtalyayê Novarayê jî bêbextiya navneteweyî hat şermezarkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî beşdarî çalakiyê bûn. Ji sendîkaya USB nûner Felîce Annî li vir peyivî û got, Kurd û PKK li dijî DAIŞ’ê şer dikin, nabe ku weke rêxistina terorê werin dîtin. Annî xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê berdan û got, ew ê timî piştgiriyê bidin gelê Kurd. Di çalakiyê de polîsan ji ber alaya PKK´ê û cilûbergên gerîla dest werda çalakiyê. Ji ber destwerdanê ji bo demeke kurt di navbera çalakgeran û polîsan de alozî derket. Piştî vê aloziyê çalakiyê dewam kir.
Brotonan piştgirî da Kurdan
Li bajarê Franseyê Rennesê bi şîara “Hûn nikarin roja me tarî bikin” çalakiyek hat lidarxistin û bêbextiya navneteweyî hat rûreşkirin. Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), pêr danê êvarê li meydana Place Colombîa civiya. Kurdistanî bi qasî 4 kîlometreyan ji vir meşiyan û dirûşmên “Ji Ocalan re azadî“ gotin. Di çalakiyê de belavokên li ser rewşa Ocalan û armancên komploya navneteweyî hatin belavkirin.
Li meydana Repûblîqûe li ser navê Komeleya Dostaniya Kurd-Broton û KCDK a Amara, axaftin hat kirin. Qisekeran diyar kir ku gelê Kurd bi qasî ku van tifaqên qirêj pûç bike, rêxistinbûyî û zane ye. Nûnerê Dostaniya Kurd-Broton jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd îfade kir.
Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Elmanyayê jî hat şermezarkirin. Li bajarê Dortmûndê meşek ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) ve hate lidarxistin. Di meşa ji ber gara trênê ya navendî destpêkirî de Kurdandoza azadiya Ocalan kir û serokkomarê Tir Erdogan jî şermezar kir.
Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hat lidarxistin.
Li vir li ser navê TJK-E Çîçek Qamişlo axivî û got; “Di kesayeta Rêbetiya me de xwestin ku Tevgera Azadiya Kurd û gelê me tine bikin. Xwestin ku dîrokê dûbare bikin. Em hemû hêzên ku pişt vê çalakiyê cih girtine şermezar û lenet dikin. Me çand, ziman û nasmaneya xwe bi Rêbertiya xwe re nas kir. Yê ku me bi cîhanê dayî naskirin ew e. Ji bo vê qet û qet gelê me jiyanekî bê Rêbetî qebûl nake.”
Li Kolnê jî Yekîtiya Jinên Kurd ê Elmanyayê (YJK-E) bi beşdariya hezaran kesî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê rûreş kir.
AGÎF, MLPD jî di nav de gelek sazî û rêxistinan piştgirî da çalakiyê; Kurdistanî û dostên wan ên li Dusseldorf,Koln,Bonn û derdorê beşdarî çalakiyê bûn.
Girse li Eberplatzê kom bû û heta bi Neumarketê meşiya. Li vir li ser navê YJK-E’yê axaftin hate kirin. Di axaftina de bal hate kişandinî ser komployê ku di kesayeta Ocalan de li ser gel jî tê ferzkirin.
Jin û ciwan pêşengî kirin
Li bajarê Hannoverê jî li ser banga NCDK´yê, Meclîsa Jinan a Ronahî, Ciwanên Azad, YXA, PYD û rêxistina çep a Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin. Nêzî 1500 kesî li pêşiya Stasyona Trenê kom bûn û meşîn Konigswetherplatzê, cihê mîtîngê.
Li Hambûrgê jî komplo bi meşekê hate şermezarkirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn meşê pêr saet 16:00’an li Hachmannplatz destpê kir û heta bi Gaensemarkt dewam kir. Di dema meşê de nivîskar Anja Flach axivî û diyar kir ku bi girtina Ocalan, hûn nikarin xeta îdeolojiya ku afirandî dawî bikin, îro bi taybet li Rojava xeta xwerêveberiya demokratîk a ku bi fikrê Ocalan e kete meriyetê.
Li du paytextan Kurdistaniyan bêbextî rûreş kir
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê bêbextiya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Di çalkiyê de her wiha biryara reşkirina weşanên çapemeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin. Meşê ji Vesterbros Torvê destpê kir û heta pêşiya Şaredariya Kopenhangê dewam kir.
Piştî daxuyaniya NCDK a Danîmarkayê, dosta Kurdan û aktivîst Annette Mork got, sosyalîstên Danîmarkî PKK’ê mîna rêxistineke rizgariya gel dibînin û yê terorîst Erdogan e.
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî komplo hat şermezarkirin. Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ev 5 roj in li meydana Sîntagma ya li pêşiya parlamentê dezgeh hatiye danîn û li ser mijarê raya giştî tê agahdarkirin. Bi sedan Kurdistaniyên pêr berêvarê li meydanê civiyan, û heta ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Yewnanîstanê meşiyan. Girseyê li vir çalakiya rûniştinê pêk anî û piştgiriya Ewrûpayê ya ji bo Erdogan şermezar kir. Rêxistina ciwanan a Syrîzayê jî tevlî çalakiyê bû û destek da Kurdistaniyan.
Komploya 9’ê Cotmehê li bajarê Holanda Arnhemê jî bi meşekê hat rûreşkirin. Di çalakiyê de Kurdistanî û gelek dostên wan amade bûn. Çalakgeran dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” gotin. Beşdarên çalakiyê dan xuyakirin ku heta Ocalan azad bibe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN