Li ber Gara Navendî (Haûptbahnhof) a Mannheîmê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, çalakiyek hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. 

Li bajarê Elmanyayê Dresdenê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin, çalakiyek hat lidarxistin. Bi vê armancê li Prager Strasse'yê dezgeh hat danîn. Di çalakiyê de ku heta êvarê dewam kir, belavokên li ser daxwaza derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' hatin belavkirin. 

Li bajarê Awustûryayê Innsbruckê, terora dewleta Tirk û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Awustûryayê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve, protesto kirin.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê Mahmût Mûnzûr li vir peyivî û got, "Bûyerên dawî yên li Kurdistanê diqewimin û qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve, nêrîna dewletê ya li Kurdistanê û gelê Kurd bi awayekî zelal radixe pêş çavan." 


 NAVENDA NÛÇEYAN