Kurdistanî û dostên wan ên ku li Toulouse ya Fransayê dijîn bi meş û mîtîngekê qirkirna siyasî şermezar kirin.Li Cannes a Fransayê bi sedan Kurdistanî li Qada Festîvala Fîlman a Navnetewî civiyan û qirkirina siyasî şermezar kirin. Di çalakiyê de Partiya Komunîst a Fransayê jî hebû.Li Rouen a herêma Normandîe ya Fransayê ji bo HDP’e meşek hate lidarxistin. Di meşê de Kurdistanî û dostên wan piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan dan.
Li payetexta Fransa Parîs êli banlîyoya Vîllîers Belleyê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad faşîst dîktatorî ya AKP’ê hate şermezarkirin. Di meşa bi xetîre de bi sedan ciwan berxwedan bakur slav kirin û gotin, ‘’li dijî faşîzma AKP’ê berxwedana me wê domdar be’’
Li Hannover a Elmanya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî û TKJ-E’yê bi deh hezaran kes xwe berdan kuçe û kolanan.
Li Haûptbahnhofê Kurdistanî û dostên wan xwedî li HDP’ê derketin û qirkirina siyasî ya HDP’ê şermezar kirin.
HAMBURG – Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarê Hamburg ê Almaniyayê ji bo şermezarkirina girtina hikumeta AKP’ê ji hevserok û wekîlên HDP’ê re, meşeke girseyî li darxistin.
Li Koblenz a Elmanya jî êrîşên li ser HDP’ê hatine şermezarkirin. Çalakî ji hêla Komeleya Kulturzentrum Înternasîonales ve hate organîzekirin, li ber stesyona trênê, ji gelên cihê mirov amade bûn.
Li herêma Bodensee ya Elmanya jî ji hêla Komleya Kurd ve çalakiye hate lidarxistin û qirkirina siyasî hate şermezakirin.
Li Neûmunster a Elmanya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şeva hevgiriyê hate lidarxistin. Di şevê de qirkirina siyasî ya AKP’ê hate şermezarkirin.
Partiya Çepgir a Swêd li Gavle çalakiyeke bi mebest şermezakirina wekîlên HDP’ê li dar xist. Navenda Civaa Kurd a Demokratîk û Komuna Jin a Warşîn jî destek dane çalakiyê.
Li Goteborg a Swêdê jî Kurdistanî û dostên wan ku ev du roj bûn girtina wekîlên HDP’ê şermezar dikirin, meydan vala nehiştin.
Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowayê û Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê bi çalakiyeke hevpar girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar kirin û bang li rayedarên dewleta Rûsyayê kirin ku li dijî vê êrîşa li ser vîna Kurd bibin xwedî helwestekê.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên bi ser HDP’ê û DBP’ê şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN