
MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ/ALSACE
Lola Guevara xwendekareke zanîngehê bû, dayika wê Urûguayî û bavê wê jî Fransewî ye. Wê dev ji zanîngehê berda û tevlî nav xebatên ciwanên Kurd bû. Ew ji bo vê biryara xwe dibêje, “Têkoşîn û Kurd malbata min a duyem in."
Lola Guevara ya 21 salî dibêje, gelek kes bawer nakin ku dayika wê Uruguayî û bavê wê Fransewî ye û heta, di çalakiya pîrozbahiya Newrozê ya ku ew pêşî beşdarî bûyî de jî ji gelek mirovan wa bûye ku ew Kurdistanî ye. Lola Guevara ya rûken, ciwana înternasyonalîst, ji bo xwe têr nedîtiye ku piştgiriya Kurdan asayî bike, û biryar daye ku bi awayekî çalak di nava xebatan de cih bigire.
Lola li herêma Alsace a Franseyê hatiye dinê. Hîna zarok dayika wê timî şîret lê kiriye ku aliyê mexdûr û kesên neheqî li wan dibe bigire. Li ser vê şîretê û helwêsta malbata xwe Lola dibêje, "Dayika min dema ez piçûk bûm, ji min û xwîşk û birayên min re di serî de Che Guevara behsa jiyana şoreşgerên Emerîka Latîn dikir. Wê timî dixwest em jî weke wan mirovên baş bin. Bavê min bi xwe li gorî dayika min bêhtir muhafezekar bû. Yekane derdê wî ew bû ku em bixwînin û bibin xwedî kariyereke pîşeyî. Bavê min ji mêj ve ji têkoşêna rizgariyê ya gelê Kurd haydar bû, lê di biwara wê de ti tişt ji me re negot."
‘Ez minetdarê wê keça Kurd im'
Lola dibêje, di dema lîseyê de hevaleke wê ya keç a Kurd hebû û bi peyvîna bi wê re wê jiyan û têkoşîna gelê Kurd nas kiriye û wiha dewam kir: "Ew Kurda yekem bû ku min nas kir. Dema ku ez fêr bûm zimanê Kurdan qedexe ye, tê bîra min ez gelekî ecêmayî mabûm. Bi peyivîn û sohbeta, ji bo vî gelî di dilê min de evînek peyde bû. Ez minetdarê wê keça Kurd a gelekî dilbirehm im."
'Weke zarokên xwe ez hembêz kirim'
Çalakiya pêşî ya Lolayê, pîrozbahiya Newrozê bûye: "Pirr ji dil ez qebûl kirim. Ji gelekan we bû, ez Kurd im. Ji ber wê hatin û ji min pirsîn ka ez keça kê me. Dema min got bavê min Fransî dayika min jî Uruguayî ye, şaş man. Weke zaroka wan bim ez himbêz kirim."
Lola dibêje, gelek caran ji wê dipirsin ka ew xwe Kurd his dike yan na û ew jî vê bersivê dide: "Nexêr, armanca min ne ew e, ez bibim nefseke ji neteweyeke din. Ez êdî bi wan re tevdigerim û hay ji nasnameya xwe ya jin dibim. Weke jinekê, bi rengekî ji rengan ez li eslê xwe vedigerim."
Piştgiriya asayî têra wê nekir
Lola dibêje, ji ber beşdarbûna çalakiyên siyasî yên Kurdan malbata wê hîç zext li wê nekiriye û heta rêz jê re girtine. Lola piştgiriya asayî têrker nedîtiye û çalak tevlî nav refên xebatên ciwanên Kurd bûye: "Dema ez xwendekara zanîngehê bûm, min timî xwest bibim beşek ji têkoşînê. Çi tesadufeke baş bû ku min û wê hevala ku bi rêya wê min Kurd nas kirin ji nû ve em rasta hev hatin. Hingê ez li Strasbourgê xwendekar bûm. Ez beşdarî hemû çalakiyên li vir dibûm. Lê di hinavên min de valahiyek hebû. Li zanîngehê tişta lê digeriyam, min nedît. Tenê beşdarbûna çalakiyan têra min nedikir. Ji ber vê yekê min dev ji zanîngehê berda û tevlî nav refên xebatên ciwanan bûm. Têkoşîn û Kurd ji vê û pê ve bûn malbata min a duyemîn."
Lola tevî dayika xwe beşdarî meşa dirêj a înternesyonalîstan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibe û dibêje, "Dema ez û dayika min me hev li gara trênê dît da ku em biçin cihê çalakî lê dest pê dike, min dît ku kela canê dayika min ji ya min bêhtir rabûye. Di dema meşê de min dît dayika min Kurdan û têkoşîna wan nas dike; ji ber dilsoziya min a bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî ez pîroz kirim û vê yekê kir ku ji kêfan bas bi min ve bên."
'Ez xewnên dayika xwe pêk tînim'
Lola Guevara wiha bawer dike ku têkoşîna wê di heman demê de pêkanîna xewnên ciwaniya dayika wê ne jî û wiha dipeyive: "Dayika min ji rêûresmeke çepgir tê. Muhtemel e ku gelek tiştên dixwestin bi ser bixe , lê nikarîbû, di vê têkoşînê de dîtin. Wê ji min re timî digot, bi edalet be, hez ji xweza û mirovan bike. Timî aliyê mirovên xizan, mezlûm û mexdûr bigire."
Lola dibêje, bi vê têkoşînê ew bi nasnameya xwe ya jinê jî hisiyaye û wiha dewam dike: "Sîstem ji te re dibêje, weke jinekê hêza te tenê anîna zarokan û xizmetkirina ji sîstema baviksalar re ye. Ez vê qebûl nakim. Ez bawer dikim ku hêzeke me heye ku têrê dike em sîstemê û dinyayê biguherînin. Ya lazim bi tenê ew e ku em bîrewerên vê bin û xwediyê wê wêrekiyê bin."