Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmet û Endamê Komîteya Rêveber a Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Saleh Derwêş bûyerên sala 2012´an nirxandin. Îlham Ahmet diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê pêşketina herî girîng avakirina Desteya Bilind a Kurd bû. Derwêş jî bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Desteya Bilind a Kurd (DBK) û diyar kir ku ew naxwazin herêma wan bibe cihê şer.

Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmet bûyerên sala 2012´an  yên li Rojavayê Kurdistanê û encamên ku derketine holê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêngava herî girîng damezrandina Desteya Bilind a Kurd (DBK) bû. Îlham Ehmet got: “JEv yek jî ji bo yekitiya Kurdan jî gaveke girîng bû. Ji xwe di dema şoreşê de em gaveke wisa baş dinirxînin. Sala borî ji bo gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê saleke pir giran bû û bûyerên pir dijwar rû dan. Lê tevî hemû zehmetiyan gelê Kurd gelek tiştên baş bi dest xist, xwe ji pêşeroja Sûriyeyê re amede dike. Gelê me bi rengê xwe beşdarî şoreşa gelên Sûriyeyê bû ji ber ku pir giring bû ku kurd bi awayeke stratejîk tevbigerin, ji tu kesî re nebin alî û mafên xwe yên rewa bidest bixin. Jixwe li ser van bingehan me di Desteya Bilind a Kurd de stratejiya xwe nîşan da. Em bi vî rengî tevlî şoreşa gelê Sûriyeyê bûn. Jixwe berxwedana gelê Kurd pêşeroja hemû Sûriyeyê diyar dike û avakirina Desteya Bilind a Kurd gaveke giring e ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

DBK´ê gavên berbiçav avêtin

Endama DBK’ê Îlham Ehmet, xebatên Desteya Bilind a Kurd (DBK) nirxand û got, tevî ku di qonaxa yekem ji avakirina desteyê de ne, gelek gavên berbiçav hatine avêtin. Ehmet bal kişand nakokiyên ku di nav partiyên Desteya Bilind de rû dabûn û diyar kir ku li ser van kêmasiyan rawestiyane û ev kêmasî derbas kirine. Ehmet girîngiya yekîtiyê destnîşan kir û weha got, "Bi vî awayî em dikarin bibin nûnerên hemû civaka Kurd . Her wiha em dikarin lîstokên ku dijminên kurdan ji me re plan kirine pûç bikin. Di serî de dewleta tirk ku pir plan li himberî destkeftiyên gelê Kurd xistine dewrê. Em baş dizanin ku hîn pir lîstokên din li hemberî destkeftiyên gelê me hene.”
Di dawiya nirxandina xwe de Ilham Ehmet got: ''Em hêvî dikin ku sala 2013´an bibe sala azadiya gelê kurd û bidestxistina mafên xwe yên rewa''.
Endamê Komîteya Rêveber a ENKS’ê Saleh Derwêş jî destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdan pê nîn e ku komên biyanî bên Kurdan biparêzin, ji ber ku ew bi xwe dikarin xwe biparêzin. Derwêş got, “Weke li Misir, Tûnis û Lîbyayê, li Sûriyeyê jî destpêkê şoreşa azadiyê bi gel dest pê kir û gel beşdar bû. Em jî weke partî li hemberî kiryarên rejîmê ketin nava tevgere.”
Derwêş destnîşan kir ku ger di nava gel de rêxistinbûn tune be, şoreşa gel bi ser nakeve û got: “Di tu şoreşan de gelê nebirêxistinkirî nikarîne biser bikevin. Pêdiviya gelê Kurd jî bi rêxistinkirinê hebû. Loma her du Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê hatin sazkirin. Ji her du meclîsan jî Desteya Bilind a Kurd hate sazkirin. Bi vî awayî Desteya Bilind bû nunerê gelê Kurd ê li welat û derveyê welêt. Derwêş bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Desteya Bilind a Kurd (DBK) û  got, “Desteya Bilind a Kurd nunerê gelê Kurd e. Hemû daxwaz û xwestekên gelê Kurd ji raya giştî re radiginîne.


´Li Rojava em şer naxwazin´
Derwêş derbarê rewşa Serêkaniyê de jî diyar kir ku dewleta Tirk bi komên çete xwest li Rojavayê Kurdistanê vîna gelê kurd bişkîne. Derwêş da zanîn ku armanca van komên çete tevlîhevkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê bû û bal kişand ser girîngiya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Derwêş got: “Komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin, bi YPG’ê re şer kirin. Xwestin ev şer bînin bajarên Kurdan. Jixwe em li dijî siyasetên bi vî rengî ne û naxwazin herêmên me bibin herêmên şer.”
Endamê ENKS’ê Saleh Derwêş bal kişand ku gelek koçber ji aliyê Şam, Heleb, Humus û Dêrê tên Rojavayê Kurdistanê û got: “Ji ber ku ev herêm gelek aram e. Li aliyekê din dixwazin rejîmê birûxînin. Lê navenda rejîmê li Şamê ye ne li vir e. Ger bi rastî jî dixwazin li rejîmê bixin, xistina rejîmê ne li vir, lê li Şamê ye. Derfetên me hene ku em xwe biparêzin, hewcedariya me bi tu hêzên ji derve û biyanî re tune ye.
Herî dawî, Derwêş diyar kir ku divê her kes xizmeta şoreşa giştî ya gelê Kurd bikin û dev ji ferasetên teng ên partiyan berdin. 

ANF/QAMIŞLO