Gel jî naxwaze li ser sifreya Deccalan rûne û ji ber vê yekê xwezaya gel tê şewitandin.” Endama Kongreya Demokratîk a Îslamê (DÎK) Siheyla Înal şewitandina xwezaya Kurdistanê bi mînakdana hedîsên Hz. Muhammed şirove kir. Înal got ku Hz. Muhammed di xutbeta wedayê de gotiye, “Ev mehên we, ev bajarên we çawa pîroz bin canê we, malê we jî ew qas pîroz e û axaftina xwe wiha axivî: “Li gor Îslamê kuştina zindiyekî kuştina hemû zindiyan e. Şewitandina zindiyekî şewitandina hemû zindiyan e. Li ser axa Kurdistanê be an jî li derek din neheqiya li axê tê kirin di heman demê de li hember gelê wê axê tê kirin.” Înal dîsa ji hedîsek a Hz. Muhammed mînakek li ser nêzîkatiya xwezayê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku Hz. Muhammed komek bi deverekê ve şandiba ji wan re digot, ‘Ku hûn nav axa gel re derbas bibin zerarê nedin şinkatiyê, çandiniya gel û daran. Tenê çiklekî darê jî jê nekin’ nêzîkatiya pêxemberê me ya li hember xwezayê wiha ye.”
‘Ji ber ku gel serî natewîne êrîş dikin’
Înal destnîşan kir ku di serdema me de Deccal, Nemrût û Firavûnên nû derketine û axaftina xwe wiha domand: “Di meha Remezanê de mirov tên qetilkirin. Axa Kurdistanê ku bi hezaran zîndîwer tê de dijîn tê şewitandin. Ji ber ku gelê kurd serê xwe li ber AKP’ê natewîne ev yek pêk tên. Deccal, Nemrût û Firavûnên îro dixwazin gel biçe li ser sifreya wan rûne. Ji ber ku gel vê yekê qebûl nake xwezaya wan tê şewitandin. Dema ku em Cizîr, Nisêbîn û Sûrê radixînin ber çavan sedema êrîşên li hember Licê jî ev yek e.” Înal herî dawî bal kişand ser têkiliyên AKP’ê û dewleta Îsraîlê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku Îsraîlê li Fîlîstînê dike AKP jî li gel kurd dike. Di navbera fikra Îsraîl û Tirkiyeyê de tu nakokî tuneye. Îro li hember gelên berxwedêr hemû Fîravûn bûne yek.”
DÎHA/ŞIRNEX