Hekem Xelo diyarkir ku Sûriye di qonaxek girîng re derbas dibe û ev qonaxa wê bi civîna Cenevre 2 de diyarbibe ku pergala li ser xaka Sûriyê wê bi çi şewazî be, ne tenê ji bo gelê ereb ji bo tevahiya niştecîhên herêmê girîngiyêk xwe hebe.
Xelo da xuyakirin ku eger hêzên navnetwî bi durust tevbigerîn divê şandeya Kurd serbixwe di civîna Cenevre de bêdestgirtin, lê hin hêzên weke Emerîka, İngilîstan û Tirkiyê naxwazin Kurd serbixwe tevlî Cenevra 2 bibin û ji bo ku destkeftên gelê Kurd lewaz bikin di nava hewldanan de ne.
Kurd xedî rêxistin in
Endamê Rêveberiya Navenda Dîplomasî ya TEV- DEM Hekem Xelo destnişan kir ku gelek lîstok li ser gelê Kurd tên meşandin, lê divê tevay cîhan bizanibin ku Kurd ne weke dema Lozanê bê rêxistin û sazî ne, berovajî vê yekê gelê Kurd di hemû qadan de xwe bi rêxistin kiriye û saziyên xwe avakirine.
Hekem Xelo destnişan kir ku ji bo Lozanek din pêk ne divê Kurd bi yek dengî tevlî civîna Cenevrê 2 bibe, divê gelê Kurd rastiya dîroka xwe baş bi xwîne û nekeve nava lîstokên ku li Lozanê, di dîroka ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatiye jiyîn baş bi nasin û ezmûnan jê derxwin. Divê derveyî Kurdan tu hêzên din temsîla Kurdan li Cenevreya 2 neke.
Xelo, di dawiya axaftinên xwe de balkişan ser yekîtiya gelê Kurd û destnîşankir ku gelê Kurd gihîştiye wê astê ku dikare nûnerê xwe bi xwe hilbijê re û lê xwedî derkeve.
QAMIŞLO