Ji edîtorên siyasî yê rojnameya alman Frankfurter Rundschau Thomas Schmid, çavdêriyên xwe yên li Kerkûk û derdora wê di gotara xwe ya bi sernavê 'Şensê Kurdan' de nivîsand. Schmid bal kişand ser girîngiya Kerkûkê ji bo Kurdan a ji aliyê sembolîk û hebûna çavkaniya petrol û gazê û destnîşan kir ku Kurd wê piştî şer ji herêmên xwe venekişin.
Thomas Schmid di nivîsa xwe de ev xal destnîşan kir: "Li bakurê Iraqê Kurd herêmeke bi qasî Swîsreyê mezin bi rêve dibin. Lê belê Kerkûk, li derveyî 'Herêma Xweser a Kurdistanê' ya xwedî destûreke bingehîn a cuda, hikûmet, parlament û artêşeke cuda ya ji pêşmergeyan dimîne. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, heta sala 2007'an diviyabû ji bo diyarkirina çarenûsa Kerkûk û bajar û gundên Kurdan ên li herêmên cuda, referandûm bihata kirin. Lê belê ti carî dema vê (refernadûmê) nehat û li ser mafê gotinê yê lihevkirin çê nebû."
Girîngiya Kerkûkê
Thomas Schmid bibîr xist ku li Kerkûkê li gel Kurdan ereb, tirkmen û aramiyên xiristiyan (suryanî) dijîn û destnîşan kir ku ji bo Kurdên serxwebûnê dixwazin Kerkûk bi qasî Qûdisê girîng e. Li gorî Schmid tevî girîngiya sembolîk a Kerkûkê ji bo Kurdan, bîr û çavkaniyên dewlemend ên petrolê hinceta esasî ye. Nivîskarê alman girîngiya Kerkûkê ji bo Kurdan bi van gotinan destnîşan kir: "Di rastiyê de mijara bingehîn pere ye. Li Kerkûk û derdora wê çavkaniyên mezin ên petrol û gazê heye. Heta ku ev neyên kontrolkirin, şensê jiyana Kurdistana seribxwe gelekî kêm e. Sadam ji ber vê yekê bi zanebûn ev herêm bi rêya koçberiyê kir ereb. Lê belê piştî hilweşîna wî gelek Ereban herêm terikandin, Kurd vegeriyan. îro ji sedî 56 ê Kerkûkê Kurd e."
Rewşa Tirkmenan
Schmid cih da gotinên Serokê tirkmen ê Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê Hasan Tûran û ragihand ku li derdora Kerkûkê hêzên pêşmerge bicih bûne lê belê li nava bajêr polîsê Iraqê li dewriyê digerin. Schmid da xuyakirin ku Hasan Tûran ragihandiye ku Kurdan ji êrîşên DAIŞ'ê 'sûd' wergirtine û hatine herêmê û got, 'me ji bo alîkariyê bang li wan nekir.'
Thomas Schmid dide zanîn ku Alîkarê Serokê Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê Mûhamed Halîl el Caburî yê Ereb jî li dijî bi destketina Kerkûkê ji bo Kurdan derdikeve û bibîr xist ku îro li herêmên di destê DAIŞ'ê de, li hemberî Erebên Sunnî yên artêşa Iraqê komkujî hatiye kirin. Schmid li gorî gotinên El Caburî da xuaykirin ku hin eşîrên Sunnî û milîsên Nakşîbendî yên li herêmê destekê didin DAIŞ'ê.
‘DAIŞ’ê armanca xwe nîşan da‘
Schmid da zanîn ku piştî Mûsil ket destê DAIŞ'ê û ji ber pevçûna tolhildanê ya navbera DAIŞ û artêşa Iraqê bi sed hezaran kesî koç kirine û anî ziman ku vegera li bajêr gelekî kêm e. Thomas Schmid cih da gotina "Îslamperest li Mûsilê şekir li gel belav dikin" a fermandarê pêşmergeyan general Fatîh Maşrual û îdîa kir ku bi vê gavê DAIŞ'ê dest ji gel berdaye.
Schmid tevî vê yekê jî pêkanîn DAIŞ'ê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bibîr xist. Nivîskarê FR got, "Cîhadperestan li Sûriyeyê nîşan dan ku bi rastî armanca wan çiye. Li Reqayê rejîmeke terorê ava kirin. Di vê rejîmê de jin bi zorê hatin nixumandin, muzîk hat qedexekirin, yek ji lîderê El Nûsra baskê El Qaîde yê herêmê, li pêş çavên gel hat darvekirin."
Thomas Schmid ragihand ku tê xwestin ku Kerkûk weke bajarê Kurdan bimîne û got, "Di gelek aliyên vî şerî de şensê pêkanîna xeyala dewleta serbixwe ya Kurdan ku Kerkûka bi petrolê dewlemend jî di nav de ye, heye.
ANF/FRANKFURT