Di siyasetê de guhertin beriya her tiştî di hiş û ferasetê de guhertinekê divê. Di heman demê de ziman û uslûbekî nû jî pê re divê. Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan ew paketa ku ev çend meh in bahsa wê dihate kirin, aşkere kir. Wekî dihate payîn, ji paketê tiştek derneket. Ne tenê Kurd, kes û civakên ku pirsgirêkên wan bi dewletê re heyî giştan tiştekî nû têde nedîtin û pê dilşa nebûn...

Wexta mirov li pêvajoya amadekirina vê paketê mêzeke, wê pirr zelal were dîtin; ku ev paket bona menfeatê AKPê hatiye amadekirin. Hikûmeta Tirk bona amadekirina paketê fikra tu hêzên siyasî û rêxistinên civakên ku li benda demokratîkbûnê ne, negirt. Heta aşkerekirinê li ser hindirê paketê bi tu beşên civakê re niqaş nehatin kirin, daxwazên tu kesî nehat guhdarkirin. AKPê ev paket tenê bi serê xwe û bona xwe amade kir. Jiber vê yekê jî beşên civakê yên ku têkoşîna wekheviyê dimeşînin giştan gorî daxwazên xwe tiştek têde nedîtin.
Ne sewa serbestberdana siyasetmedar û rojnamevanên Kurd, ne pêşîvekirina bona perwerdeya bi zimanê Kurdî, ne rakirina astengên li ber Elewiyan, ne pêşîvekirin û bihêzkirina rêveberiyên herêmî, ne jî sewa pêşîvekirina tevlîbûna siyasetê û çareserkirina pirsgirêka Kurd tu verastkirin di paketa Erdogan de tune ye.
Careke din aşkere bû; ku di hiş û feraseta Erdogan û hikûmeta wî de bona pêşxistina demokrasiyekî nûjen û çareserkirina pirsgirêkên civakî bi esasên wekheviyê tune ye...
Hinek kesên lîberal derbarê paketê de nirxandina mîna, "ne bes e, lê...” dikin. Ev helwest jî bi serê xwe destekdayîna polîtîkayên hikûmetê yên bi xapandina Kurd, Elewî, Roman û Xirîstiyanan dimeşe ye!.. Aşkerekirina paketeke bi vî rengî bi serê xwe nîşaneya nexweşiyêke ye jî. Di tu dewletên bi demokrasiyê tên bi rêvebirin de tu şovên bi rengî nayê kirin. Eger were kirin jî, xelk û alem wê henekê xwe pê bike.
Dewlet û hikûmeta Tirk, ji her hêlan ve Kurdan ji paş ve dişopînin. Tiştên ku ew mîna pêşketinên pirr girîng nîşan didin, ev demek dirêj e ku Kurdan jixwe xistine pratîkê. Ma Erdogan ji vê rojê şûnde bêje, ku "herfên Kurdî yên mîna ‘W, Q, X’ê serbest in” çi dibe, nebêje wê çi bibe?!.
Herwiha careke din aşkere bû; ku êdî hikûmeta AKPê bona çareserkirina van pirsgirêkên bingehîn nawêre bikeve nava hewldanekê.  Tiştên hatin kirin û yên tê gotin ku wê werin kirin jî, jiber têkoşîna Kurdan a demokrasiyê û pêşketinên navneteweyî yên derbarê pirsgirêka Kurd de, bêdil û ji mecbûriyetê têne kirin in.
Kurd hêviya xwe bi gotin û siyaseta AKPê ve girê nadin. Ji bo azadî û demokrasiyê paketên xwe bi xwe amade dikin. Bi hewldan û têkoşîna xwe AKPê mecbûr dihêlin ku him bona çareserkirina pirsgirêka Kurd him jî bona demokrasiyekî ku tevahiya civakên li Tirkiyeyê parê jê bistînin gavan bavêje. Heta ku Qanûna Bingehîn a ji hêla cûntaya leşkerî ve hatiye amadekirin neyê guhertin, paketên ku AKP bîne rojeve ji xapandinê wêdetir tu wateyê nahindirînin. Ew Qanûneke Bingehîn a nû a ku em bahsa wê dikin jî divê ne tenê mafên kesane, sewa civakên li Tirkiyeyê giştan mafên civakî bihindirîne...
Paketa ku Kurd bi têkoşîna xwe amade dikin; statûyekî xweser e. Him li Bakur him jî di serî de li Rojava, li parçeyên din ên Kurdistanê bi parastina destketiyên heyî him hikûmeta Tirk him jî serdestên Suriye, Irak û Îranê û saziyên navdewletî wê mecbûr bimînin ku statûya Kurdan nas bikin.
Di şert û mercên îro de êdî tu wexta Kurdan a ku bikevin dûv hikûmeta Tirk û hêviya xwe bi paketên wê yên xapînok ve girê bidin tune ye. Paketa Kurdan a ji bo azadiyê wê li her qadê jiyanê birêxistinîbûn û dagirtina hemû qadên jiyanê bi rengên kurdewar tê amadekirin.