
Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di navbera 22-24’ê Cotmeha 2016’an de kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û encamên kongreyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di encamnameyê de rewşa siyasî ya li Îranê, rola wê ya di pêkanîna krîzê de û tespîtên li ser derbaskirina krîzê nirxandiye.Di encamnameyê de bal hat kişandin ser vê pêvajoya hesas û aloz a li herêm Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin, duyemîn Kongreya KODAR’ê, rewşa siyasî ya li Îranê, rola wê ya di pêkanîna krîzê de û tespîtên li ser derbaskirina krîzê nirxandiye.
Her wiha işaret bi rewşa Kurdan hat kirin û hat ragihandin, ku Kurd bi xeta sêyemîn a demokratîk re bûne hêza sereke ya çareseriyê û bi siyaseta xwe, rêya çareseriya krîza heyî ya li Rojhilata Navîn nîşan didin.Hat destnîşankirin, ku bêyî berçavkirina statu û hebûna gelê Kurd weke hevsengiyeke diyarker a siyasî, derketiye holê ku meşandina siyasetê û çareserkirina krîza rewşa heyî ne pêkan e.
‘Îran krîzê diafirîne’
Di encamnameyê de rola Îranê ya di krîza herêmê de hat nirxandin û hat gotin, “Îran, weke yek ji wan welatên ku krîzan dafirîne û di nav şerê heyî yên herêmê de xwedî roleke bi bandor û diyarker e. Ji ber sedema serwerî û vekirinên siyasî û zîhniyeta xwe ya mutlaqger, bi xwe jî di nava rewşeke bêîstîqrariyê de ye. Ji ber xofa heyî rayedarên Îranî xwe mecbûrî biryarên ne di cih de dike ku ev jî dike xwe ji çareseriya siyasî dûr bigre û daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji nedîtî ve were.”
‘Rêbaza rizgarbûna Îranê ji krîzê‘
Di encamnameya duyemîn kongreya KODAR’ê de ji bo rizgariya Îranê ji krîza heyî ev tespît hat kirin: “Eger ku Dewleta Îranê, daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji bo xwe weke tehdîtekê nebîne û ber bi pêvajoya demokratîk ve gavê bavêje, wê xwe karibe ji krîza heyî xilas bike. Bi vî awayî dikare xwe ji rewşa hilweşandineke siyasî û ji ketina nava qeyranê rizgar bike. Rojhilata Navîn a ku îro gelê Kurd û Kurdistan hemû hevsengiyên siyasî yê herêmê.Nasnameya nûjen a Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de û potansiyela xwe ya muazzam a têkoşînê, wê Îranê ber bi hilweşîneke kûr a civakî ve bibe.”
Di encamnameyê de hat ragihandin, KODAR li ser bingeha çareseriya demokratîk a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, diyarkrina plansaziya stratejîk û dahatûya siyasî ya demdirêj a gelên Îranê kongreya xwe pêk aniye û gotin, piştî nîqaşên berfireh, biryarên girîng hatin standin û plansaziyek hat destnîşankirin.
Hevserok hatin hilbijartin
Li gorî encamnameyê, di kongreya duyemîn de Rêveberî jî ji aliyê kongreyê ve hatiye guhertin. Di vê çarçoveyê de Fuad Berîtan û Zîlan Tanya weke Hevserokên KODAR’ê de hatine hilbijartin.” Encamname bi vî rengî bi dawî bû: “Her wiha hemû alî û hêzên demokratîk û azadîxwaz, ji bo avakirina civaka demokratik û pêşxistina demokrasiya rasteqîn li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, dawetî pratîk û têkoşîna hevbeş dike.”
Armanc û plansazî
Biryar û armancên KODAR’ê bi vî rengî hatin ragihandin:
1- Sîstema demokratîk a komalgeha Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bêyî ku modela netewe dewlet esas bigire, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, pêşxistin û mayîndekirina modela konfederalîzma demokratîk hedef dike û vê yekê weke armanca xwe ya stratejîk pênase dike.
2- KODAR di nav hevsengiya siyasî ya hundirîn û herêmî de, stratejiya cepheya sêyem, bingeha pêşxistina têkoşîna xwe ya demokratîk dibîne.
3- KODAR, xwe bi hemû aliyan ve li hember pêşxistina têkoşîna azadiya Rêberê gelê Kurdistanê Rêber APO de berpirsiyar dibîne.
4- Cumhûriya Îslamî ya Îranê, di hundirê welat de, ji pêşxistina proseya demokratîzasyonê mukellefe û her wiha mukellefe ku bi awayekî fermî mafê xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd a di Rojhilatê Kurdistanê de nas bike û bipejirîne.
5- Di modela Konfederalîzma Demokratîk de ku KODAR pêşengê pêşxistina vê ye, nasname, hebûna siyasî û civakî û mafê hemû baweriyan, li gorî hemwelatiya azad, demokratîk û wekhev, misoger dike.
6- Di nav sîstema KODAR’ê de, jin û ciwan, hêzen pêşeng in.
7- KODAR li hember zîhniyeta dagirker a Cumhuriya Îslamî ya Îranê û hizra talankar û her cûre texrîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê tên kirin weke derbeya li ser nirxên nasnameya civakî û dîrokî ya gelê Kurd dibîne. Li hember van siyasetan, têdikoşe.
8- KODAR, li hember her cûre zîhniyet, êrîş û zextên ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser gelê Kurd, pêşxistina têkoşîn û mafê xweparastinê rewa dibîne.
9- Avakirina eniya demokratik a gelên Îranî û hevgirtina hêzên civakî ya azadîxwaz, weke zarûriyeteke stratejîk di çarçoveya demokratîzasyona Îranê de dibîne.
10- KODAR amade ye bi partiyên azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistanê re rûnê.
NAVENDA NÛÇEYAN