Piştî êrişa terorîstî la li Ferensayê ku di encamê de 4 rojnamevan bi giş12 kes hatin kuştin, di nava rayagiştî ya Ewropayê de metirsiyek mezin peyda bû. Nîqaşek germ derbarê azadiya ramanê û rewşa welatiyên Misliman de hate rojevê. Ev êriş li ser bingeha olî hate kirin. Ji aliyê rêxsitina El Qaîdeyê qaşo ji bo “parastina nirxên olî“ hate kirin. Carek din îmaja Misilmanan bû cihê pirsê. Hêzên nijadperest yên vê dema dawî li Ewropayê xurt bûne, serê xwe bilind kirine û banga qewirandina Misliman û hemû biyaniyan kirin!
Di vê rewşê de ji aliyê bi milyonên Misilman ve yên li Ewropayê dijîn, divê helwestek xurt li dijî terorê were standin. Divê bête zanîn ku tu têkilya Misilmanên Ewropayê bi terorê re nîne û ew êrîşên bi vî rengî şermezar dikin. Lê mixabin ev helwest hîna nehatiye kirin. Sedem jî ne ji ber ku Misilmanên Ewropayê destekê didin terorê an jî van êrîşan qebûl dikin, lê sedem ew e ku komele û rêxistinên ku qaşo van Misilmanan temsîl dikin û bi fermî ji aliyê hikûmetên Ewropayê ve wek nûnerên Misilmanan hatine pêşkêşkirin, hemû girêdayî dewleta Tirk, AKP an rêxsitina Birayên Misilman ya Misirê ne. Jixwe em helwesta AKP’ê û Birayên Misilman li himberî terorê dizanin. Ew bi hezar şêweyî van êrîşan rewa û normal xuya dikin. Wan berê tu helwest li himberî terora El Qaîde û DAIŞ’ê diyar nekiribûn û niha jî diyar nakin.
Di rewşek weha de divê gelê Kurd yê li Ewropayê dijî û yê ku niha serkêşiya şerê cîhan û şaristanê li dijî terorê dike, carek din bibe “serê rimê” li dijî terora ku bi navê Îslamê li Ewropayê tê kirin. Kurd ku li Ewropayê zêdeyî 1,5 miylon hene, dikarin bi riya meşên girseyî û çalakiyên cur bi cur bibin hêza herî xurt ya li dijî terorê û şermezarkirin êrîşên li ser sivîl û azadiya ramanê li Ewropa. Kurd divê bibin serkêşê prosesa reformkirina Îslamê û lidijderketina hizra tûndrew ya ku niha pêk tê û bi desteka AKPê û hevkarên wê li hemû cîhanê belav dibe.
Komele û rêxsitinên Kurdistanî yên li Ewropayê dikarin pilan û bernameyek berfireh saz bikin û di gelek waran de dest bi liv û tevgera li dijî hizra terorê ya ku nav û dengê Îslamê têk dibe, bikin. Eger tevgerek bi vî şêweyî were kirin, ewê gelê Kurd mîna hêza herî modern, mirovhez, aşîtîxwaz û reformxwaz diyar bibe û dê bibe hêviya guhertinê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Her wiha dê gelên Ewropayê bighêjin wê baweriyê ku tenê Kurd di nava gelên Misilman de dikarin bibin hevkarên li dijî terorê û serkêşiya reform û nûkirina ola Îslamê bikin.
Karekî bi vê şêweyî rêbazek zanistî jê re lazim e, loma divê oldarên Kurd ên Misilman, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd hemû bi hev re li ser durstkirina stratîjiyeke wisa bisekinin. Ev kar dikare sûdek mezin ji bo doza Kurdan peyda bike û bi milyonan dost û alîgir di nava gelên cîhanê de yên ku ji terora ku bi navê Îslamê tê kirin bêzar bûne, peyda bike.
Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê niha Kurd serkêşiya mirovayetiyê li dijî teror, kuştin û tariyê dikin. Divê ev rastî diyar bibe û ji her kesî re xuya bibe, wek çawa ku niha her kes bi desteka AKP’ê ya terorê cîhanê dizane. Rastiya Kurdên azadîxwaz û şervanên li dijî teror û tariyê û AKP’ê ya şerxwaz û alîgera teror û kuştinê, divê diyar û berz bibe. Loma karê herî mezin dikeve ser milê Kurdên li Ewropayê dijîn…