DANA OMER / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser nûçeyên ku dibêjin, “Tirkiyeyê ji Iraqê re gotiye, heger hun bixwazin em ji herêmê derkevin, bila artêşa we bê cihê me” de peyivî. Yawer diyar kir ku mebest ji vê yekê ew e ku hêzên parastina sînor li şûna hêzên Tirkiyeyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê bi cîh bibin.

11 hezar kes in û hemû Kurd in

Cebar Yawer di dewamê de got, “Tişta ku tê gotin, hêzên Iraqê bêne şûna hêzên Tirk. Mebesta wan ew e ku hêzên parastina sînor biçin wir. Li Herêma Kurdistanê sê tûgayên parastina sînor hene. Ev tûgay girêdayî Fermandariya Yekem a Parastina Sînor a Dewleta Federal a Iraqê ne, ew jî girêdayî Wezareta Navxweyî ya Iraqê ne. Hejmara wan nêzî 11 hezar kes in û hemû Kurd in.”

Agahiya min ji hevdîtina nîne

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyeyê û serdana Çavuşoglu de got; “Agahiya min ji lihevkirinê tine. Ji ber ku ez ne di hevdîtinê de bûm. Hem ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî aliyên hêzên siyasî ve diyare bê ka kî tevlî hevdîtinê bûne.”

Hêzên Iraqê bên şûna me, em ê vekişin

28’ê Nîsanê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Hatibû gotin ku di hevdîtinê de rayedarên hikûmeta Iraqê daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne. Lê Wezîrê Tirk jî gotibû, “Heger hêzên Iraqê li şûna hêzên me bi cîh bibin, em ê vekişin.”