Di civîna ku rewşa sporvanên Kurd yên li Ewropayê hate destgirtin de, biryara rêxistinbûn û bi hev re tevgerkirinê hate girtin. Piştî nîqaşên hatin kirin, Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin. Weke din di civînê de rêzikname û programa yeketiyê hate avakirin û qebûl kirin.
Biryar hate girtin ku, li her welatekê nûnertiya xwe vekin û di dawiya civînê de jî endamên lijneya rêveberî û hevserokên yeketiyê hatin hilbijartin. Hesen Acar û Tulay Ozçelîk weke hevserokên yeketiyê hatin hilbijartin, di rêvebertiyê de jî van kesan cihê xwe girt: Fethî Çiya, Armanc Egîd Nêrweyî, Jale Mihemediyan, Derwêş Genc û Jiyar Elî.
KOLN