Xwedaniyê xelata Nobelê ya bîrkariyê, zanyar Koçer Bîrkar li ser êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê peyivî.
Prof. Koçer Bîrkar di malpera xwe ya facebookê de got, cihûwarên Kurdan û bajarên wan tên agirbarankirin, welatê wan tê wêrankirin û zarokên wan tên kuştin lê dinya mîna li filmekî temaşe bike, li bûyer û êrişan temaşe dike! Ya rastî dinyayeke sosret e!
Herweha Koçer Bîrkar gilî û gazincên xwe li kurdan jî kiriye û gotiye, Lê ya nexweş ew e, kurd niha gelekî germ û bi hêrs in lê piştî çend mehan wê her tiştî ji bîr bikin û ji bo seyranê herin Tirkiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN