De Mistura derbarê plansaziya civîna Cenevre-3 de ku destpê dike, bersiva da pirsên El-Cezîreyê. De Mistura diyar kir ku tevlîbûna Kurdên Sûriyeyê di civînê de girîng e û got: “Kurdên li Sûriyeyê girêdayî Sûriyeyê ne. Ji ber vê sedemê di hevdîtinênli ser siberoja Sûriyeyê de pêwîst e hebin. Wekî Xiristnyan, Elewî, Şîa û Suniyên ku her dem ji hevdîtinan tên dûrkirin. Hemû alî pêwîst e ku di civînê de hebin. Em ê rêyekê bibînin ku Kurd jî tevlî civînê bibin. Ji ber ku ev ê bibe sedema girîng."

De Mistura weha li pirsa ka “Kurd wê tevlî bibin yan na?” vegerand: “Min ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî talîmat wergirtiye, da ku her kes tevlî civînê bibe. Ji bo vexwendina Kurdan wexteke rast û nêzîkatiyeke rast pêwîst e.”


 NAVENDA NÛÇEYAN