Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di bernameya “Polîtîk Alan” a Med Nûçe de mijarên di rojevê de nirxand.Hozat li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku gotibû “Eger PKK mîna sala 2013’an ji nava sînor xwe vekişîne, hevdîtin dikare ji nû ve destpê bike” ev nirxandin kir: “Di navbera Davûtoglû û Erdogan de ti nêrîneke cuda nîne. Nêzîkatiya herduyan li pirsgirêka Kurd li ser bingeha înkar û tinekirinê ye. Pêvajoya di sala 2013’an de çi bû? Polîtîkaya tesfiyeyê ya AKP’ê bû. Gotin ‘Hûn hêzên xwe vekişînin derveyî sînor, em ê jî gavê bavêjin’. Hêz ji nava sînor hatin vekişandin. Lê ti gaveke şênber avêt? Zemîneke hiqûqî, qanûnî ya vê amade kir? Piştî ku gerîla xwe vekişand derveyî sînor, amadekariyên xwe yên şer dewam kir. AKP’ê li her derê qereqol, bendav, HES, rêyên ji bo armancên ewlekariyê çêkir. Sîstema cerdevaniyê berfireh kir. Li Rojava şer kir. AKP’ê şer dewam kir. Tecrîd bi rengekî cuda di pêvajoya diyalogê de jî dewam kir.”

Hozat destnîşan kir, ku ya hingî hat meşandin siyaseta mijûlkirinê, siyaseta tesfiyeyê bû û axaftina xwe wiha dewam kir: 


‘Ji 2013’an ve amadakariyên şer kirin’

“Şerê îro tê meşandin, ne şerekî ku amadekariyên wê di Tîrmehê de hatiye kirin e. Bi taybetî piştî sala 2013’an li Kurdistanê amadekariyên mezin hatin kirin. Ji destpêkê ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti nêrîn plan û bernameya AKP’ê tine bû. Niha jî nîne. AKP dixwaze şerê topyekûn kûr bike, polîtîkayên qirkirinê xurtir bike û bi vî rengî pêvajoyê bimeşîne.Radibin dibêjin ‘Bila PKK teslîm bibe, çekê deyne’. Siyaseta ku dimeşînin siyaseteke tesfiyeyê ye. Erdogan dibêje ‘Ya wê serî bitewînin, ya jî wê serî bidin’. Dibêje ‘eger li ber xwe bidin, ez ê wan tine bikim’. Davûtoglû jî heman tiştî dibêje. Radibe dibêje ‘Eger teslîm bibin, pêvajoya diyalogê dikare pêk were’. Piştî ku teslîmiyet çêbû, wê diyalog çi bê kirin? Em bi ti awayî van daxuyaniyan cidî nabînin.”


‘Komarê Kurd weke welatî nedîtin’

Der barê gefa Erdogan a ‘derxistina ji welatîbûnê’ de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ev nirxandin kir: “Daxuyaniyeke gelekî îronîk e. Ji xwe Kurd welatiyên Komara Tirkiyeyê nînin. Ti carî jî weke welatiyên Komara Tirkiyeyê nehatin dîtin. Li Kurdistanê qirkirinên mezin ên çandî, siyasî û aborî hatin meşandin. Xizaniyeke dijwar li Kurdistanê serdest e. Kurd nikarin kar bibînin, nikarin bixebitin. Koletiyê dikin, xizmetkariyê dikin. Ka welatîbûn? Erdogan hewl dide daxuyaniyên bi vî rengî bêje: ‘Hûn hemû terorîst in, hûn hemû dijminê min in. Ez dikarim bi her awayî siyaseta komkujiyê li hemberî we bimeşînim, ev rewa ye. Di vê çarçoveyê de dikarim bajaran bopmbe bikim, xera bikim, we qetil bikim, bigirim’. Ji xwe ya tê kirin ev e.” Hozat da xuyakirin ku ev polîtîkayên AKP û Erdogan ji aliyê ruhî û hestî ve Kurd ji dewletê, ji Tirkiyeyê qut kiriye û got, “Ne tenê Kurd û Tirk, civaka Tirkiyeyê jî parçe kiriye. Civaka Tirkiyeyê niha parçe bûye. Weke beşa li cem Erdogan cih digirin û beşa li hemberî Erdogan, civak parçe bûye. AKP polîtîkaya ‘parçe bike, bi rê ve bibe’ dimeşîne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN