METÎN YOKSU  / MA / ÊLIH

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Heskîfê yek Ereb e û yek jî Kurd e. Mecîd Tokdemîr û Zozan Şîmşek dibêjin, ev 4 serdem in AKP ji bilî bêkariyê û hilweşandinê tiştekî din nekiriye: “Em tên ku Heskîfê bi gelê navçeyê re bi rê ve bibin.”

Zozan Şîmşek a Kurd ji Gundêdiyra ya bi ser Heskîfê ye. Şîmşek li Zanîngeha Dumlupinar a Kutahyayê beşa Civaknasiyê xwend û 2013’an mezûn bû. Şîmşek piştî zanîngeh qedand, di nava Tevgera Jinên Azad û HDP’ê xebatên çalak ên siyasetê kirin.

Em ê Heskîfê zindî bikin

Şîmşek anî ziman ku berpirsyariya talana li Heskîfê ya rêveberiya heyî ye û armancên xwe wiha anîn ziman: “Ev çar serdem in tiştek li vir nekirine, dê ji niha şûn ve çi bikin? Heger Ereb û Kurd li vir bi hev re dijîn, divê bi hev re bi rê ve bibin. Heta ji gel neyê pirsîn dê ti proje neyê hilberandin. Li vê navçeya qedîm keda jinê nayê dîtin. Em ê bi rêveberiyeke çand û dîrokparêziyê, hilweşandina li vir bisekinînin. Em ê bikin ku careke din bazirganî û aboriya li Heskîfê zindî bibe û bi gel re li rêyên vê yê çareseriyê bigerin.”

Em ê bi ser kevin

Mecît Tokdemîr ê 49 salî jî ji nava Heskîfê ye. Ji malbatek Ereb e û dikandar e. Tokdemîr diyar kir ku ji ber polîtîkaya hilweşandinê û tengezariya aboriyê gelek şêniyên Heskîfê neçar man ji navçeyê koç bikin û wiha peyivî: “Mirov dikare bêje ku niha bazirganî têk çûye. Ji ber hilweşandinê jî mirov dudilî mane. Ji ber ku cihê Heskîfa nû jî xelas nebûye, mirov nizanin dê çi bikin. Li gel van hemû qewimînan jî şêniyên Heskîfê dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

Tokdemîr da zanîn ku ji bo ew çareseriyê ji van hemû pirsgirêkan re bibînin bi modelek rêveberiya nû li deriyê xelkê didin û wiha peyivî: “Di vê hilbijartinê de AKP ji niha ve winda kiriye. Ev jî xwe di qeydên hilbijêrên jê hatin birin de, dide nîşan. Gelek hilbijêrên xeyalî li vir hatin qeydkirin. Heta dengê min bi xwe jî ji qeydê hatiye birin. Ez li Heskîfê hatime dinê û li vir mezin bûme. Tevî hemû dek û dolabên AKP’ê jî em ê mal bi mal bigerin û em ê bi ser kevin.”