Bingehên ku gelekî dikin neteweyek wisa têne tarîfkirin, zimanekî hevbeş, rabirdûyeke dîrokî ya hevbeş, xwedîbûyîna welatekî hevbeş, hevpariya hestên hevbeş û zanebûnê neteweyî ya hevbeş. Lê hin kes bazara hevbeş jî lê zêde dikin. Xwediyê vê nihêrînê îdîa dikin ku netewiyet di berbanga kapîtalîzmê de derketiye holê. Ev nihêrîn ne rast e û netewiyet ne îcadeke sîstema kapîtalîst e. Berevajî wê zihniyeta nijadperestiya neteweyî ya sîstema kapîtalîst di hundirê dîrokê de bi çandên neteweyî lîstiye. Firsenda netewebûyînê nedaye gelek gelan. Bi nijadperestiyê û bi dagirkeriyê, bûye asteng ji netewbûna gelan re. Bi qirkirinê û bi ji holêrakirinê netewebûna gelan bi sînor kiriye. Sîstema kaptalîst bi navê netewebûnê gelek ziman, zarava, çand û nasnameyên baweriyên cuda ji holê daye rakirin. Ji ber vê jî li van deran bi navê netewebûnê qirkirineke çand û zimanên cuda hatiye kirin. Mînaka herî li ber çavan û vekirî komara Tirkiyê ev qirkirin kiriye.
Bi giranî gelê Kurd li nav nijadperestiya netewedewletên Tirk, Faris û Ereban bi polîtîkayên zext û qirkirinê xwestine têk bibin. Lê bi saya hestên netewebûnê yên dewlemend û kûr, Kurd li ser piyan mane. Neteweyîtiya Kurd bi saya nasnameyên dînî û mezhebî, çandî û civakên cuda xwe parastiye. Li hemberê hemû êrîşan xwe parastiye û piştî hemû êrîşan Kurdan xwe ji nû ve afirandiye. Netewebûna Kurdan bi rêyên xwezayî û demokratîk bi pêş dikeve. Li gorî vê danasînê neteweya Kurd ji Kurmanc, Soran, Lor, Kelhor, Lek, Hewraman, Zaza, Feylî, Şebek, Yarsan, Êzîdî, Zerdeştî, Elewî, Mislimanên Sunî û Şîî pêk tê. Ji Kurdên Kurdistan, Xorasan, Ewrûpa, Rûsya, Kafkasya û ji Kurdên li gelek cihên cihanê yên cuda pêk tê. Heke yek ji van nebe yan bêne wêdekirin, neteweya Kurdan wê kêm û seqet bimîne.
Li Rojhilata Navîn gelê Kurd ji gelê herî kevnar û qedîm e. Lê ev gelê qedîm sala 1639’an bi peymana Qesr-î Şîrîn di navbera Împaratoriyên Safewî û Osmanî de hate dabeşkirin. Piştre di salên 1916’an û 1923’an de bi peymana Sykes- Pîcot û Lozanê jî di navbera Tirkiyê, Îran, Sûriye û Iraqê de kirin çar parçe. Kurd li welatê xwe yê dîrokî hatin înkarkirin û qedexekirin. Bi vê parçekirinê, derbeya herî mezin li netewebûna Kurd hate xistin.
Mirov dikare bibêje, serhildanên sedsala 20’an yên li pey hev rûdayîn, milekî wan li hemberî qirrkirina çandî û fîzîkî ya dewletên serwer bû. Lê milê din refleksa temamkirina pêngava neteweyî ya ku hatibû qutkirin bû. Van serhildanan her çiqasî dagîrkerî neqewirandibe û rê li pêşiya parçebûnê negirtibe jî, herdem zanebûna neteweyî zindî hiştin. Sînorên li pêşiya pêngava netewebûna Kurd hatibûn çikandin derbaskirin. Bêgûman vê parçebûna ku ji aliyê erêkirin û projeyên sîstema navneteweyî pêkhatî, kir ku di nav vê sedsala dawî de li hemû parçeyên Kurdistanê gelek taybetmendiyên cuda bi pêş bikevin. Ev rewş, rastiyeke sosyolojîk û siyasî ye. Li gel vê rastiyeke din jî heye ku gelê Kurd ti caran parçekirina welatê xwe nepejirand. Ji ber nepejirandina parçekirina welatê xwe û neteweya xwe gelê Kurd bi dayîna sed hezaran şehîdî diyar kir. Lê mixabin hin tevgerên Kurd her çiqasî di gotinê de dijberiya li hemberî peymana Sykes-Picot bikin jî, bi kirinên xwe yên siyaseta şaş ev parçekirin kûr kirine. Gelek caran ji asta neteweyî pirtir li ser bingeha parçeyan li çareseriyê geriyane. Carinan berjewendiyên parçeyekî weke berjewendiyê neteweyî hatiye nîşandan û têkoşîna parçeyên din ji vê re hatiye fedakirin. Ji yekpariyê pirtir bi awayekî parçeyî li çareserkerina pirsgirêkê û yekîtiya neteweyî nihêrîn e. Ev nihêrîn ti xizmetê ji berjewendiyên neteweyî re nake. Berevajî wê dihêle ku pirsgirêk çareser nebe û neteweya Kurdan parçebûyî bimîne. Tişta dixwazim bibêjim, ne înkara têkoşîna parçeyekî ye û ne jî rewşa qanunî ya ku çavkaniya xwe ji sîstema navneteweyî digire ye. Tişta ez dixwazim bibêjim, nihêrîna ku tenê li parçeyekî li çareseriyê digere ye. Ev tê wateya înkara netewebûna Kurdan û meşrû dîtina parçebûna neteweya Kurdan. Ev nihêrîn dagirkeriyê û parçebûnê li Kurdan ferz dike. Ev tê wateya pejirandina Sykes-Picot û Lozanê. Her wiha tê wateya înkarkirina netewebûna Kurdan û welatbûna Kurdistanê jî. Ji ber ku pirsgirêka neteweya Kurd yekpar e û dagirker çiqasî dewletên cuda bin jî, di prensîpa dijîtiya Kurdan de yek in. Ji ber vê, divê ti kesayetên Kurd, tevgerên siyasî, komikên civakî ev parçekirina ku li Kurdan tê ferzkirin meşrû nebînin û di prensîpê de yekdeng bin. Bi vê baweriyê divê sînorên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatine danîn, ti kesayetên Kurd, tevgerên siyasî û komên civakî ji xwe re asteng nebînin. Divê ti maf û huqûqê siyasî yên dewletên dagirker ji mafê Kurdan ê yek netewe bûnê, û xwedîbûna welatê wan Kurdistanê jî bilintir neyê dîtin.