Di hevdîtina bi ajansa ANHA’yê re serokê (ENKS) Tahir Sifok got: "Hilweşandina rejîmê li Şamê pêktê ne li Efrînê, eger 22 tabûr bi hev re êrîşî Efrînê bikin, ji mafê gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ye ku liber xwe bidin û şerê wan koman bikin. Ez ne ji wan komên ku dixwazin me 1400 salî şûn ve vegerînin re dibêjim, ez ji Artêşa Hur re dibêjim, eger hûn hilweşandina rejîmê dixwazin cihê rejîmê diyar e, ne herêmên Kurdan e, lê eger ew werin herêmên me, bi çi navî be jî gelê Kurd wê wan wek dijmin bipejirîne, ev ji mafên gelê Kurd e."
Malpereke înternêtê li ser zimanê Sifok diyar kiribû ku Sifok herdû aliyên pevçûnan wek bira dihesibîne, lê Sifok diyar kir ku malperê axaftinên wî birîne û ne wek rastiya wê weşandine, Sifok diyar kir, çi hêza ku derbasî herêmên Kurdî bibe bi çi navî be ew dijminê Kurdan e.
Sifok di derbarê civîna Koalisyonê ku li Stenbolê hate li darxistin de axivî û got: "Partiyên Kurdî yên beşdar bû ne bi navê Encumanê tevlî civînê bûn, em vê helwestê rexne dikin. Ew tenê berpirsyarê tevlîbûna civîna koalisyonê ne."
Sifok diyar kir ku biryara ku berê hatibû sitandin di derbarê tevlîbûna civîna Cenevreyê de ne ji bo vê demê bû, wê çaxê Desteya Bilin a Kurd rawestiyabû û ji bo ku derfet ji destê wan neçe wan ev biryar sitandibû. Em niha nizanin ew civîn wê kengî pêkwere, lê eger pêk hat dê herdû encuman bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdar bibin" û destnîşan kir ku hewldanên pêkanîna hevpeymana Hewlêrê berdewam in.
Sedema avakirina Arteşa Hur
Serokê ENKS Tahir Sifok têkildarî peydabûna hin komên çekdar derveyê Komîta Ewlehiyê ya Pispor de got: "Yek ji xalên hevpeymana Hewlêrê avakirina Komîta Pispor bû ku hemû hêzên çekdar di bin banê wê de bicivin. Du hêzên çekdar di herêmên Kurdî de çênabin û eger çêbibin wê bibe sedema şerekî birakujî."
Sifok diyar kir Kurd beşek bingehîn in ji şoreş û muxalefeta Sûriyeyê û çeresrkirina pirsa Kurdî li Sûriyeyê bi awayekî demokratîk bingeha çareseriya pirsa Sûriyeyê bi giştî ye. Em li dijî biçek kirina şoreşê ne, lê rêjîmê şoreş ber bi çek kirinê ve bir, Artêşa Hur jî bi vê sedemê hate avakirin."
Sifok diyar kir ku baweriya Kurdan bi şoreşa aşîtiyane heye, lewra herêmê Kurdan bi awayê xwe yê taybet tevlî şoreşa Sûriyeyê bûne.
ANHA/QAMİŞLO