Di nûçeya bi îmzeya Susanne Gusten hat weşandin de, tê destnîşankirin ku hikûmeta Tirk piştgiriyê dide Bihara Ereban, lê bi xwe li hemberî xwepêşandanên di nava xwe de tehemulê nake, polîsên Tirk bi awayeke pir zêde li hemberî Kurdan ava şid û bobmeyên gazê kar anîn.
NTY’yê nivîsand ku niha 24 şaredar, bi dehan endamên meclîsan û 630 rayedarên BDP’ê hatine girtin û got; “Xwepêşandêrên Kurd, bi boneya zextê li hikûmeta Tirk a ku piştgirî dide Bihara Ereban, lê di nava xwe de sebrek kêm nîşanî xwepêşandanên muxalîf an jî Kurdan dide, bikin, di van rojên dawiyê de bangên xwe yên ji bo xweseriyê ya zêde kirine. Ji ber wê li Tirkiyeya ku şêniyek zêde ya Kurdan lê heye di van rojên dawiyê de rageşî zêde bûye.”
Nûçegihana NTY’yê diyar dike ku li Cizîrê şaredar û wekîlên wî piştî hilbijartinê hatine girtin û cih dide gotina “Em li hemberî wan stûyê xwe xwar nakin” a Şaredarê niha yê Cizîrê Mustafa Goren.
Di nûçeyê de tê gotin ku bi dehan rojnmavan, rewşembîr û akademîsyenên alîgirên Kurdan hatine girtin û hikûmetê hin kursên taybet ên Kurdî vekir û bi vê yekê xwest ku têkiliya xwe ya bi Kurdan re baş bike. Rojname diyar dike ku Kurd vê yekê bes nabînin û rewşembîr û akademîsyenên Kurdan ku dixwazin mafê Kurdan di makeqanûnê de bêne naskirin.

‘Newrozek şewitîner hebû’
Kovara Tıme a navdar ji bo pîrozbahiya Newrozê ya roja yekşemê li Amedê pêk hat pênaseya “Pîrozbahiyeke şewitîner” bi kar anî. Kovarê bal kişand ku “Pêşîlêvekirina Kurdan” a hikûmeta AKP’ê bê encam maye û got; “Gelê Amedê daxwaza kir ku ew dixwazin tevlî mafên xwe yên xweserî û ziman bi Tirkan re bijîn”.
Ji kovara Time Piotr Zalewski der barê pîrozbahiya bi heybet a cejna Newrozê ya di 18’ê adarê de li hemberî qedexeyan pêk hat û Newroz veguherî berxwedanê, de nivîsand û sernûçeya “Li Başûrê Rohilata Kurd a Tirkiyeyê pîrozbahiyek şewitîner a Newrozê” bi kar anî û diyar kir ku bi hezaran jin û mêran bi hev re Newrozê pîroz kirin.
Di nûçe-nivîsê de tê destnîşankirin ku “pêşîlêvekirina Kurd” a ji bo hin reforman a di sala 2009 de ji aliyê hikûmetê ve hate destpêkirin jî bê encam maye û wiha cih da kesek malnişî li Amedê ; “Erdogan diyalogê rawestand. Ji ber wê jî em îro di nava şer de ne. Em dixwazin bi Tirkan re bijîn, lê em mafên xwe yên xweserî û zimanê xwe dixwazin.”
Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş jî ji kovarê re axivî got; “Nifşê herî dawî yê ku ji pirsgirêkê re çareseriyeke aşitiyane dixwaze em in. Ger çareserî tune be, êdî tu otorîteriya siyasiyên Kurd namîne û ciwanên dê derbikevin çiyê. Ger hikûmet girtiyên siyasî bernede, Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistan) diteqe. Tişta ku mirov li vir dibêjin ew e ku heta niha jî şanse ji bo aşitiyê heye."
Kovarê di berdewama nivîsê de cih da vê çavdêriyê; “Dema Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş derket ser dika Newrozê û axivî, li ser otobûsekê sê ciwan hebûn, van ciwanane axaftina Demîrtaş birîn. Ciwanan daxuyaniyek xwend û diyar kirin ku divê têkoşîna çekdarî zindî be. Ciwanan navê Ocalan bi kar anîn û gotin ‘Bê Rêber azadî nabe.”

FRANKFURT