Muslim di konferansa ku Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, gelek siyasetmedarên Kurd, akademîsyen û kesên di çapemeniya cîhanê de têne naskirin tevlibûn de bi riya Skype beşdarbû û di konferansê de peyamên zelal dan Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA). Muslim da zanîn ku, Kurd di şerê li Sûriyeyê bitenê hiştine û dixwazin di xaka wan de hepis bikin û ji bo rakirina ambargoya li ser wan bang li DYA’yê kir. Muslim wiha got: “Em hedef dikin ku li Rojava modelekî demokratîk ava bikin. Hemû hewildanên me ji bo vê ne. Eger ji DYA û welatên din bixwazin bi me re delegasyonekê çêbikin, em ji bo hevdîtinan amade ne.”

Bi PYD’ê re têkiliyan bipêş bixin
Di rûniştina duwem ya ku rojnamevan Mutlu Çîvîroglu birêve dibir rojnamevan Emberîn Zaman jî got  ew ecêb maye heya niha çawa DYA’yê vîze nedaye Salih Muslim. Zaman balkişande ser girîngiya Kurdan li Sûriye û Rojhilata Navîn û da diyarkirin ku, pêwîste rêveberiya DYA’yê vê cidî bigire û bi PYD’ê re bikeve têkiliyan. Ji BDP’ê Nûnerê berê yê DYA’yê û Parlamenterê Wanê Nazmî Gur, Nûnerê BDP’ê yê Washingtonê Mehmet Yuksel, rojnamevan-nivîskar Cengîz Çandar, ji Nûnertiya DYA yê Hikumeta Kurdistanê Karwan Zêbarî, akademîsyen Kejal Rehmanî, Kirmanj Gundî, Chrîstîan Sinclair, Prof. Michael Gunter, Davîd Phîllîps, endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê PYD’ê Alan Şêxmûs, Nûnerê KNK’ê yê DYA Saîf Bedirxan tevli kongreyê bûn.

BERLÎN