Der barê avakirina partiyê de Hasan Firat agahî da û got ku di partiyê de sosyalîst û şoreşgerên berê cih digirin. Firat di bernameyê de bal kişand li ser du mijarên krîtîk û ev xal jî wekî "serbestberdana propagandaya cudabûnê û diyarkirina qedera neteweyî ye" diyar kir. Firat diyar kir ku divê statûya Kurdistanê bê zelalkirin û pirsgirêkên ku nayên çareserkirin jî ji bo demê bên hiştin.
Firat der barê tevgera azadiyê de jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Muxatabgirtina Tevgera Azadiya Kurd mafên wan e. Tevgera Azadiya Kurd bedelan dide, ew bi gel re têne ba hev. Ev vê yekê tiştekî xwezayî dibînin. Em em qasî qanûnîbûnê, rewatiya wan jî diparêzin." Firat got ku ew ê valatiya "komunîst û sosyalîst" a di siyesate Kurd tijî bikin û sînorên xwe jî dizanin.
ENQERE