Bi armanca ku balê bikişînin ser êrîşên li dijî Kantona Kobanê û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên hatin destpêkirin her diçin mezin dibin. Kurdistaniyên ku ji bajarên cuda yên bakûr hatibûn, li gundê ser sînor Zarêta ya navçeya Bêrecûka Rihayê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Li ser sînor hejmara welatiyan her ku diçe zêde dibe. Li ser sînor bi boneya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ji aliyê Komeleya 78'an ve bernameya bîranînê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak di bernameya bîranînê de axivî, banga xwedîderketina Rojava kir. Piştî axaftina Irmak sînevîzyona ku şoreşa Rojava vedibêje hat pêşandan. Piştre ji aliyê endamên YDG-H'ê ve heta gundê Aşme ku 3 kîlometre dûrî gundê Zarêta ya meş hat lidarxistin. Di meşê de bênavber dirûşmên; "Bijî berxwedana YPG", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Di meşê de fîşengên hewayî hatin teqandin, endamên YPG û YPJ'ê jî bi teqandina guleyan meşa ciwanan silav kirin.


Sînor derbas kirin

Piştî meşê ciwan derbasî konê ku li gundê Aşmê hatiye vekirin bûn. Piştî berzkirina dirûşm û teqandina fîşengên hewayî girse ber bi sînor ve dest bi meşê kir. Girseyê têlên sînor rakirin û agir berdan têlên ser sînor. Piştre girseyê têl perçiqandin û ber bi endamên YPG û YPJ'ê ve beziyan û gihîştin wan. Endamên YPG û YPJ'ê bi guleyan gel pêşwazî kirin û birin cem xwe.

Ruhê seferberiyê eve

Fermandarê YPG'ê Hakki Kobanê anî ziman ku ev piştgirî moreleke mezin dide wan û ev piştgirî dê dijmin têk bibe û wiha got: "Divê gelê bakurê Kurdistanê jibîr neke, eger Kobanê bikeve dê gelek herêmên Kurdistanê bikeve. Ev dê li hember di warê siyasî û hem jî di gelek aliyan de bandorê li ser kurdan bike. Ji ber vê yekê divê yekitiya neteweyî bê avakirin." Endama YPJ'ê Amara Efrîn jî da zanîn ku ji bo banga seferberiyê bersiva herî watedar bêwatekirina têlan e, divê Bakur û Rojava di ruh û beden de bibe yek.

Tevli YPG û YPJ'ê bûn

Li ser navê welatiyan Ahmet Lale axivî û anî ziman ku ji bo bersivê bidin banga seferberiyê bi ruhê 14'ê Tîrmehê tevli YPG û YPJ'ê bûne. Lale wiha axivî: "Emê li hember çeteyên DAIŞ'ê, ligel gelê xwe û di eniyê de cih bigirin. Eger êrîşî birayên me bikin em nikarin bêdeng bin, em nikarin li pişt van sînorên bê wate bibin temaşevan."

DIHA/RIHA