Li Taxa Ozdemîr a navçeya Sûrê ya Amedê Dêra Keldaniyên Katolîk a bi navê Mar Petyun, emaneti welatiyê Kurd ê Misliman hatiye kirin. Welatiyê Kurdê Misliman ê bi navê Kemal Erdem 3 salin şev û roş notirvaniya dêrê dike û dêrê wekî çavê xwe diparêze. Kemal Erden, 3 salin hem notirvaniya dêrê û hem jî paqijiya dêrê dike. Erden, anî ziman ku 15 salin Keldaniyên ku li Amedê dijîn nas dike û dan û stendina wan bi hevre xurt e. Erdem, anî ziman ku demek pir berê ji bo tamîra dêrê ji aliyê Keldaniyan ve hatibû bang kirin û wiha got: "Ez serê sibê têm dêrê û dest bi tamîrê û paqijiyê dikim. Ez 3 salin li vir notirvaniyê dikim. Hem jî paqijiya wê dikim."
Erden, destnîşan kir ku di nava wan û keldaniyan de tu pirsgirêk tune û hezkirin û rêzgirtin di pêşiya her tiştî de ye û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Ez Kurdekî Misliman im, ew ji xirîstiyan in. Lê ji ber ku em hurmetê nişanî baweriya hev didin û ji hev hez dike tu pirsgirêk di nava me de tune. Divê her kes ji hev hez bike û hurmetê nîşanî hev bidin. 15 sal berê ez di restorasyona dêrê de dixebitim. Berê ev dîwar hatibûn sewaxkirin. Kevirên dêrê nedihatin xuyakirin. Lê min hemû paqij kir. Ji bo min di nava der û mizgeftê de cudahi tune û hemû mîna hev in. 

DÎHA AMED