Gulaşvanê Zendê yê Netewî yê Amedî Mehmet Çetînkaya ku Kurd e, di şampiyonayê de bi 55 kîloyan madalyaya zêr stend û bû yekemîn. Ji 42 welatan 600 werzîşvan tevlî şampiyonayê bûn. Çetînkaya diyar kir ku musabeqeyên gelek tund çêbûne û wiha got: "12 werzîşvanên hêza wan wek ya min hebûn. Min hemû têk birin. Gelek kêfxweş im ku min ev madalya bi Tirkiyê û Amedê daye qezenckirin." Çetînkaya da zanîn ku beriya niha 9 car bûye şampiyonê Tirkiyê, 3 car jî bûye şampiyonê Ewropayê. Mehmet Çetinkaya, nêzî 3 meh beriya niha di Şampiyonaya Ewropayê ya li Polonyayê hate lidarxistin de, bû 3'yemîn.
DÎHA/AMED