Li Ermanîstanê her sal festîvala hindikahiyên Ermenîstanê di 15’ê Mijdarê de ji ajiyê Wezerata Çandê ve tê birêxistinkirin û hindikahiyên wekî Kurd, Aşûrî, Sûryanî di vê rojê de, çand û hunera xwe didin pêşandin. 

Kurdên Ermanîstanê jî bi çand û hunera xwe tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de pêşengeha wêneyan a Osman Kurtulan hate lidarxistin. Her wiha komeke Kurdî ya muzikê bi konserekê dilê guhdaran geş kir.

Ji bilî wê di destpêka konsêrê de koma Kurdî bi kilamên şoreşgerî pêşda hat, temaşevanan jî ev yek bi kêgfxweşî qebûl kir.


 ÊRÎVAN