Hiso Nermo destnîşankir ku amadekarî ji bo Cejna Cemayê berdewam in. Ev çarşema bê, dê gelek kesên ku têne serdana Laleşê dê pêşwazî bikin. Cejna Cemayê qasî hefteyekî berdewam dike.
Nermo ragihand ku ceyrana ku di cejnê de pêdivî 24 seatan pê hêla, ji hêla hukumeta Başûrê  Kurdistanê ve hatiye peydakirin, tevî ku cadeyeke nû jî ji bo derketina otomobîlên ku ji Laleşê ve tên, hatiye vekiririn û sê gerac jî ji bo rawestandina otomobîlan hatine terxankirin.
Nermo ronî kir ku her wiha tîmên bizîşkî, tîmên agirvemrînê û hêzên polîs û ewlekariyê jî amade ne û ava pêdivî jî ji bo serlêderan hatiye peydakirin.
Nermo bal kişand ser pêdiviyên ku ji bo cejnê jî ev tişt got: “Îdareya Şêxanê hewl dide hemû pêdiviyên serlêderên Laleşê peyda bike.”
Li gorî nêrina rêxistineke taybet, di sala borî de, qasî 23 hezar kesî di heyama rojên Cejna Cemayê de serdana Laleşê kiribûn. Cejna Cemayê, cejna herî dirêj a kurdên êzdî ye û 7 rojan didome.


 DOHUK