Civîn, ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Alî Atalan li ser rewşa dawî ya li Şengalê, berxwedana Kobanê û vegera li welat axaftinek kir. Atalan bal kişand ser rewşa krîtîk û hesas ji bo Kurdan û bang li gel kir ku xwe birêxistin bike û bi xurtî xwedî li berxwedana Şengal û Kobanê derkeve. Ji Çira TV jî rojnamevan Hecî Çelîk di civînê de li gel rewşa siyasî ya dawî, der barê qenala xwe ya televîzyonê de nêrînên xwe parve kir û banga xwedîderketina li Çira TV li gel kir. Di civînê de Serokê Mala Êzidiyan a Emmerîchê Adil Demîray jî kar û xebatên mala êzidiyan a li herêmê nirxand û anî ziman ku ewê di 3'ê Tebaxa 2014'an de kongreya xwe ya 21. lidar bixin. Demiray bang li hemû endamên Mala Êzidiyan kir ku bi ruhê berxwedana li Şengal û Kobanê, li mala xwe û pêvajoyê xwedî derkevin. Di civînê de her wiha nûnera komîsyona jinê ya herêmê Pîr Heno jî der barê xebatên jinan de agahî da û ji jinan xwest ku xwe birêxistin bikin û li xwedî li mekanên xwe derkevin. Beşdarên civînê jî li ser berxwedana Şengalê, kobanê, FKÊ, Çira TV, xebatên malê û pêvajoyê de dîtin, rexne û pêşniyarên xwe anî ziman. Malên Êzidiyan ên li Dusiburg, Bocholt, Bremen û Wesel, Mizgefta Kleve û Komeleya Elewiyan a Emmeriyê peyam şand ji civînê re.
ANF/EMMERICH